Piştî nan buha bû, dest bi nanê tendûrê kirin

img

COLEMÊRG – Li Colemêrgê piştî ku nan hat zemkirin, welatî êdî dest bi çêkirina nanê tendûrê kirin. 

Piştî nan hat zemkirin, li Colemêrgê welatiyan dest bi çêkirina nanê tendûrê kir. Li gelek taxên bajêr tendûr hatin çêkirin û yên heyî jî tên tekûzkirin. Jinên ku nan li tendûrê dixin gotin: "Li hin malan 10 kes hene. Ger mirov rojê 10 nanan bikire dike 15 lîre. Quweta me nagihêjê. Loma em nan li tenûrê dixin." 
 
Malbata Korkmaz ku ji bajaroka Ertoş a Çelê koçî navenda bajêr kirin, li Taxa Kiranê nanê xwe li tenûrê dixin. Fatma korkmaz, bilêv kir berî ew bên li navenda bajêr bi cih bibin rewşa wan a aborî baş bû û niha jî ji ber her tişt biha bûye bi zorê debara xwe dikin. Korkmaz got: "Berê jiyana me xweş bû û rihetir bû. Me birinca xwe, petat û genimê xwe bi xwe datanî. Me heywan xweyî dikirin. Lê niha em van tiştan bi pereyan dikirin. Lê quweta me têr nake. Em hem tî ne hem jî birçî ne. 22 sal berê em hatin vira û ketin nav vê perîşaniyê. Li vira êdî em nikarin kîloyek firingî an jî kîloyek îsot bikirin." 
 
Korkmaz, bilê vkir ku piştî nanekî 240 xiramî bû lîre û nîv, ew mecbûr man êdî nanê xwe li tendûrê bixin û got: "Li gund min nan çêdikir, lê niha extiyar bûme. Ji ber nexweş im nikarim nan li tenûrê bixim. Dema cînarên me nan li tendûrê dixin ê me jî lê dixin. Tu derameteke berbiçav tune ye. Her tişt biha bûye êdî em nizanin em ê çi bikin." 
 
MALBATÊN QEREBALIX PERÎŞAN BÛNE 
 
Hacer Korkmaz jî got: "Her tişt biha bûye. Li malê kesekî ku bixebite tune ye. Êdî em nikarin tiştekî jî bikirin. Em hem di kirê de ne hem jî zarokan mezin dikin, pir zehmet e. Wexta em li gund bûn bi awayekî jiyana me dewam dikir. Wê çaxê serê malê 200-300 pez hebûn. Lê li van deran em bi hesreta kevçiyek mast in. Nan bûye lîre û nîv. Nanek têra zarokekî nake. Li hin malan 10 kes hene. Ger mirov rojê 10 nanan bikire dike 15 lîre. Quweta me nagihêjê. Loma em nan li tenûrê dixin." 
 
'REWŞA ME NEBAŞ E' 
 
Gulsum Ant jî got: "Ger wisa dewam bike em ê ji birçîna bimirin. Kîsê arvan bûye 120 lîre, nanek bûye lîre û nîv û hema bêje li her malê 3-4 zarok hene. Îjar em  çawa debara xwe bikin? Ne meaşek me heye, ne jî karek heye. Hevjînên me bi rojan li kar digerin, lê mixabin kar tune ye. Tu dibê qey dibêjin 'ji birçîna bimirin.' Ez zilm e. Êdî em nikarin nan jî bikirin. Loma em nanê xwe bi xwe çêdikin. Rewşa me nebaş e." 
 
 
MA / Hamza Gunduz 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê