Qeyûm hat av ji ser welatiyan birî û da eskeran

  • rojane
  • 10:01 25 Îlon 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Li Bajaroka Findik a Navçeya Bassa ya Şirnexê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, qeyûm av ji ser welatiyan birî û av da eskeran. Qeyûm ji 12 rojan carekê tenê saetekê avê dide welatiyan. Welatiyan diyar kirin ku şaredariyê av ji ser wan qut kir û ava wan daye eskeran û gotin: "Li şûna piştgiriyê bidin me, ya heyî jî qut kirin." 

Li Bajroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê demek dirêje qeyûm avê nade welatiyan. Piştî di 18'ê Çileya 2017'an de qeyûm tayînî şaredariya Findik a ku berê di destê DBP'ê de ye bû, êdî av ji ser welatiyan hat qutkirin. Li bajaroka ku nêzî 300 mal hene, piştî Qeyûm tayînî wê bû û şaredarî ji destê DBP'ê girtin, ji 12 rojan carekê saetekê didin. Welatî ji ber pirsgirêka avê dijîn li ser kaniye dikevin dora avê û bi bîdonên avê yên ji 10-15 litre pêk tê avê dikişînin malê. Hin welatiyên malên wan dûr jî bi tankêran avê dibin mala xwe. 
 
‘AVA ME DAN ESKERAN'
 
Welatiyan diyar kirin ku piştî qeyûmê av ji ser wan qut kir, di milê paqijiyê de zahmetiyên mezin dijîn. Welatiyan, destnîşan kir ku piştî av ji ser wah hat qutkirin bax û bostanen wan tev hişk bû. Welatiyan, bilêv kirin ku piştî qeyûm tayînî bajaraka wan hat kirin, av ji ser wan qut kirin û ava bajarokê dan eskeran. 
 
Welatiyan bertek nîşanî vê helwesta qeyûmê da û xwest demek beri demekê ava wan berdin. Welatî Fehime Elkoca, ani ziman ku dema şaredarî di destê DBP’ê de bû pirsgirêk tune bû, lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin êdî pirsgirêka avê rû da. Elkoca, anî ziman ku li şûna xizmetê bikin û piştgiriyê bidin welatiyan, xizmeta berê hatiye dayîn jî qut dikin û zahmetiyan derdixin. Elkoca, da zanîn ku zarokên wan ên diçin dibistanê ji ber av tune heta hefteyekê nikarin serê xwe bişon. 
 
HEM MIROV Û HEM SEWAL BÊ AV HIŞTIN
 
Welatî Mevlude Erkaslan jî bi metereyê destê  xwe bertek nîşan da û got: "Hem mirov û hem jî sewal bê av hiştin. Ma em ne mirov in? Behiye Elkoca jî anî ziman ku piştî av ji ser wan hat qutkirin di milê paqijiyê de zahmetiyên mezin dijîn. 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê