201 sewal bi Şarbonê mirar bûn

  • rojane
  • 11:53 17 Îlon 2018
  • |
img

COLEMÊRG – Li Gundê Dêzê û Kêriserê yên Navenda Colemêrgê ji ber nexweşiya Şarbonê nêzî 200 sewal mirar bûn. Şêniyên gund diyar kirin ku rayedaran ter barê şarbonê de tu tedbîr negirtin û mudaxaleyî vê nexweşiyê nekirin. 

Li Gundê Dêzê û Kêrîserê yên Navenda Colemêrgê bi nexweşiya Şarbonê 201 pez û bizin mirar bûn. Welatiyan dikar kirin ku nexweşiya şarbonê li Zozanê Oledirî derket holê. Welatiyan anîn ziman ku rayedaran li dijî vê nexweşiyê tedbîr negirtiye û jiber vê yekê nexweşî li her derê belav bûye.
 
ROJÊ 10-12 SEWAL MIRAR BÛN
 
Şeniyê Gundê Kêrîserê Emîn Yigît ku gundê wan 10 kilometre dûrî zozanê Oledirî ye, anî ziman ku nexweşiyek li zozanê wan belav bûye û ji ber vê nexweşiyê sewalên wan her roj dimirin. Yîgît, anî ziman ku di destpêkê de rojê 1-2 sewal mirar dibûn û piştre rojê 10- 12 sewal mirar bûn û wiha got: "Ji ber rê naçe zozanê me, me nekarîbû bêtar bînin. Her çend me hemû sewalên xwe derzî kirin jî dîsa nebû çareserî. Piştî zêde sewalên me mirar bûn, me sewalên mirar bûne avêt ser pişta hespan û birin li bajar tahlîla wan kir. Ji ber cejna Qurbanê tahtîl ket navberê. Heta niha ji 600 sewalên me jê 201 sewal mirar bûn. 
 
EM NIKARIN XWE BIGÎNIN BÊTARAN
 
Yigit, anî ziman ku ji ber havînî hewa germ e av kêm dibe û nikarin avê bidin sewalên xwe û wiha got: "Hem rê tune û hem jî av tune. Li aliyê din dema sewal nexweş dikevin em nikarin bêtar jî bînin. Tu bêtar di van şert û merc^ne zahmet de nayên sewalan kontrol nakin. Ji ber ku hemû zozanên me hatine qedexekirin em neçarin bên zozanê Oledirî. Zozanên me yên bi xêr û bêr tev hatin qedexekirin. Em neçarin li vî Zozanê Oledirî sewalan biçêrînin. Li vir jî nexweşî belav bûye û êdî cihekî ku em sewalên xwe bibin tune ye. 
 
Berîvan Kazî Cîn jî anî ziman ku zozanên wan tev hatin qedexekirin û tenê zozanek wan maye. Cîn, anî ziman ku di nava şertên pir dijwar de bêrîvaniyê dikin û wiha got: "Di mehekê de nêzî 201 sewalên me mirar bûn. Niha em di nava şertên xerab de sewalkariyê dikin. Rê û ava zozanê me tune. Heta niha zozanên me yên bi bereket ên Bala, Spixane, Çiçek û gelek zozanên din hatine xedexekirin û em nikarin sewalên xwe li wir biçêrînin. 
 
JI HER MALÊ 30-40 SEWAL MIRAR BÛN
 
Zubeyde Yîgît,  jî anî ziman ku bi hezar zor û zahmetî sewalan li vir xwedî dikin û sewalên wan ji ber vê nexweşiyê tev mirar dibin. Yîgît, da zanîn ku ew nizanin dê çi bikin û wiha got: "Heta niha ji her malekê nêzî 30-40 mih û bizin mirar bûn. Hemû mal û milkê me sewalên me ne. Ew jî bi vê nexweşiyê mirar dibin û em zerar dikin. 
 
 
Midûrê Sewalkarî û Çandiniyê yê Bajar jî parast ku herêm xistine bin kontrolê û têkildarî mijarê mînakên nexweşiyê girtine û şandine Enstîtuya Lêkolîna Kontrolê ya Bêtariyê ya Xerpêtê. Midûriyetê da zanîn ku piştî encama testan a Şarbon Antraks posîtîf derket, tedarika derziyan pêk anîne û di 6'ê Îlona 2018'an de li Zozanê Oledirî zewal derzî kirine. Midûriyetê anî ziman ku piştî nexweşî derket holê gundên Dêzê, Çemê Ezo û Çemê Ismanê kirine bin karantînayê. 
 
 
MA / Hamza Gunduz 
 
 
 

Sernavên din

10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'