Êdî sewalkar nikarin êm û kapekê jî bikirin

img
WAN - Sewalkarên li Wanê ji ber krîza aborî êdî nikarin êm û kapekê ji heywanên xwe re bikirin. Her wiha sewalkaran anî ziman ku ji ber pere bi kesî re nemaye, kes heywanan jî nakire. 
 
Li Wanê sewalkar ji ber krîza aborî perîşan bûne. Ji ber ku fiyetên êm û kapekê biha bûye, nikarin bikirin. Her wiha sewalkaran diyar kir ku ji ber aboriya welatiyan nebaş e, kes nikare heywanan jî bikire. 
 
KÎSÊ ÊN 75 Û YÊ KAPEKÊ 40 LÎRE YE
 
Suleyman Gezer, diyar kir ku 40 sal in ew sewalkariyê dike, lê belê ji ber krîza aborî 3 sal in dixisire. Gezer destnîşan kir ku ji ber fiyetên êm û kapekê li ser hevdu tê zemkirin êdî hatine radeya ku nikarin sewalkariyê bikin. Gezer got: "Kîsê êm bûye 75 lîre û yê kapekê jî bûye 40 lîre. Her wiha alvêra heywanan jî pir kêm bûye. Rewşa bazarê qet nebaş e. Êdî em bi sewalkariyê jî nikarin debara xwe bikin." 
 
‘ÊDÎ EM BÎ KÎSAN ÊM DIKIRIN' 
 
Necatî Kiziltaş jî destnîşan kir ku bi salan e ew sewalkariyê dike, lê ev çend sal e hema bêje li Wanê gelek sewalkar top avêtine. Kiziltaş, diyar kir ku ev yek ji ber zemkirinê ye û got: "Berê me bi qamyonan êm dikirî, lê niha em bi kîsan dikirin. Heywana ku par min bi 10 hezar lîreyî difirot, niha bi zorê bi 5 hezar lîreyî difiroşim." Kiziltaş xwest rojek berî rojekê ev pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
‘EV ÇI HAL E' 
 
Erdal Kiziltaş jî bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Lîtreya mazotê bûye 6 lîre. Em destê xwe davêjin çi zemê dixwe. Îsal çandinî zêde bû, niha wexta hêrandina genim e. Lê niha kîsê kapekê 40 lîre ye, dê mehek şûnde bibe 50 lîre. Kîsê arvan ji 80 lîreyî bû 120 lîre. Ev çi halê e." Kiziltaş diyar kir ku eger wisa dewam bike ew ê dev ji sewalkariyê berdin. 
 
Tajdîn Înan jî got: "Salçeya ku ei nav xwarina me de ye ji 3 lîreyan bûye 10 lîre. Îjar li gor vê li rewşa bazara heywanan bifikirin." 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin