Dadgehê ji bo Kazanhanê hat kuştin, tenê jiyana xebatê ya 4 salan guncaw dît

  • rojane
  • 11:03 15 Îlon 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Di doza tazmînatê ya darberê kuştina Nîhat Kazanhan de, şandeya dadgehê bûyer weke “Tehrîka bêheq” darizand û tezmîneta 134 hezar û 202 TL ji bo malbatê guncaw dît. Parêzerê malbatê Fîlîz Olmez, diyar kir ku dadgehê ji bo Kazanhan tenê jiyana xebatê ya 4 salan guncaw dît.
 
Danişîna Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dema li ber mala xwe dilîst di 14’ê Çiya 2015’an de ji aliyê polîsê hêzên taybet M.N.G. ve hat kuştin û malbata wî doza tazmîneta manewî û maddî ya 350 hezar TL li Midûryeta Giştî ya Ewlekariyê vekir, li 1’emîn Dadgeha Îdarî hat dîtin û biyar hat dayîn. 
 
Dadgeha ku doz hinekê qebûl kir, biryar da ku 26 hezar û 579 TL bide dayîka Kazanhan Ayşe Kazanhan û 22 hezar û 623 TL jî bide bav Mehmet Emîn Kazanhan. Her wiha dadgehê biryar da ku 85 hezar TL tazmîteta manewî bide malbatê. Bi vî awayî dadgehê biryar da ku bi giştî 134 hezar û 202 TL hem madî û hem jî manewî ji bo malbatê bê dayîn.
 
'JI SEDÎ 42 TEHRÎKA BÊMAF HAT DAXISTIN’
 
Di hinceta biryara dadgehê de, hat diyar kirin ku ji bo M.N.G. ji sedî 42 tehrîka bêmaf hatiye daxistin. Parêzera malbatê Fîlîz Olmez, diyar kir ku di encama têkoşînek dûr û dirêj de, kêm jî be doz bi encam bû û wiha axivî: “Em neçar man ku biryara hat dayîn, îstînafê Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê bikin. Di doza Kazanhan de, ferqek dinavbera dozên zarokên li bajarên Kurdan tên kuştin de hebû. Li herêmê cara yekemîne ku polîsek gava li ser erka xwe bû, ji ber sûcê kirî bi girtî hat darizandin. Ev yek girînge. Lê ligel vê yekê jî darizandinek kêm hat kirin û cezayek kêm hat dayîn. Di biryara tazmînatê de jî, pir kêmasî hene.  Gava me doza tazmînatê kir, me xwest ev doz ji bo kuştinên zarokan ên li Tirkiyeyê bibe emsal. Lê di biryara hat dayîn de, encamên me dixwest derneketin holê.”
 
'JI BO NÎHAT TENÊ XEBATA 4 SALAN GUNCAW HAT DÎTIN’
 
Olmez, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di biryara hat dayîn de tenê jiyana xebata 4 salan ji bo Nîhat guncaw hat dîtin. Ji ber vê yekê me rapora kesê tê zanîn îtîraz kir. Ji ber ku li gorî qanûna ji kar derxistina karkerekê tazmîneta qidem a 4 salan û kuştina Nîhat Kazanhanê 12 salî mîna hevin.”
 
‘GER ENCAM NEYÊ GITIN EMÊ SERÎ LI DMME BIDIN’ 
 
Olmez, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Biryara hat dayîn li dijî nêrîna mafê jiyanê û mirovane. Dewlet ji bo hêzên xwe yên leşkerî wisan nêz dibe û ev tim derdikeve pêşberî me. Ji ber vê biryar hat dayîn qet ne adîlaneye. Tazmîneta ji aliyê dadgehê ve guncaw hat dîtin û rewşa kesê sûc kirî yeke. Ji ber vê yekê me serî li dadgeha îstînafê da. Ger encama ku em dixwazin dernekeve holê û hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bibin, em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bidin.”  
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê