Odeya Bijîşkan a Enqereyê: Di 30 kedkarên tenduristiyê de korona hat teşhîskirin

img

ENQERE – Odeya Bijîşkan a Enqereyê diyar kir ku li seranserî Enqereyê derdora 600 teşhîsên vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin û hejmara xebatkarên tenduristiyê yên enfekte bûne jî 30 kes eşkere kir. 

 
Odeya Bijîşkan a Enqereyê têkildarî daneyên vîrûsa koronayê yên li Enqereyê di hesabê medya xwe ya civakî de ragihand. Li gorî daneyên hatine belavkirin li tevahiya Enqereyê testa 30 xebatkarên tenduristiyê ya vîrûsa koronayê pozitîf derketiye. 
 
TESTA 94 KESÊN JI IMRÊ HATIN POZITÎF DERKET 
 
Odeyê têkildarî kesên ji Imrê vegerıyane û li wergeha Golbaşiyê hatine bicihkirin û di karantînayê de ne jî agahî parve kir û ji 135 kesan 94 kes nîşaneya koronayê danîne ser wan û li GATA’yê tên dermankirin. 
 
Odeyê ragihand ku li seranserî Enqereyê nêzî 600 kesên hatine tespîtkirin ji koronayê enfekte bûne.