Girtiya nexweş a 70 salî bi erdê re kaş kirin birin revîrê

img

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku girtiya nexweş Sitî Goren a 70 salî bi erdê re kaş kirine birine revîrê û vê mijarê bir rojeva Meclîsê. 

 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiya nexweş Sitî Goren a 70 salî bi erde re kaş kirine birine revîrê û ev mijarê bir rojeva Meclîsê. Temel bal kişand ser pirsgirên tenduristiya Goren a 3 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û got: “Di her d milên girtî Sitî Goren de platin hene. Di heman demê de nexweşîna şeker û tansiyonê ye. Xizmên wê destnîşan dikin ku ew bi piştevaniya hevalên xwe yên girtîgehê pêdiviyên xwe dabîn dike. Xizmên wê ragihandin ku herî dawî wê birine revîrê bi erdê re kaş kirine. Di nav şertên girtîgehê de her roj problemên tenduristiyê zêdetir dibin. Niha nexweşîna vîrûsa koronayê çawa bandorê li ser rewşa hemû girtiyan dike li ser mafê tenduristiyê û jiyana Sitî Goren gefê xwe dixwe.” 
 
Temel binpêkirina mafan a ku Goren pê re rû bi rû maye bi pirsan ji Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul kir û xwest derbarê Goren de pirsên wî werin bersivandin.