Cîhanê Cizîr dît, lê daraza Tirkiyeyê nedît!

  • rojane
  • 09:20 11 Kanûn 2019
  • |
img

ŞIRNEX - Li Cizîrê 177 mirov bi saxî hatibûn kuştin. Lê belê di lêpirsînên derbarê van kuştinan de bi qasî serê derziyê jî pêşketinek çê nebûye. Tevî gelek delîl, deng, wêne û dîmenan jî daraz xwe li ker û lalîtiyê datîne. 

Di ser qedexeyên derketina derve yên li Cizîr û Silopiyaya Şirnexê ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibûn ragihandin, 4 sal derbas bûn. Qedexeya li Cizîrê 79 rojan dewam kiribû û di 2'yê Adara 2016'an de bi dawî bûbû. Di dema qedexeyê de bi tanq, wesayîtên zirxî û çekên giran bi dehan avahî hatibûn rûxandin û bajar veguherandibûn kavilekê. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, ji bo tiştên li Cizîrê qewimîn gotibû: "Me çok danenî. Ên mayî bira bi me serbilind bin." Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel û Mîrayê biçûk ku tevî kalê xwe hat kuştin jî di nav de, 177 kes li jêrzemînên sê avahiyan hatibûn şewitandin. Di dema qedexeyê de bi giştî 288 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ev dane bi serlêdanên malbatan derketibûn holê. Lê belê tê gotin hejmara kesên li bajêr jiyana xwe ji dest dane zêdetir in. 
 
Li gorî raporên ku rêxistinên mafên mirovan amade kirin, ji kesên hatine kuştin yek jê pitik, 41 jê zarok û 22 jê jin bûne. 
 
14 CENAZE HÎN JÎ NEHATINE DÎTIN 
 
Ji kesên hatin kuştin cenazeyên hin kesan ên hatibûn şewitandin radestî malbatên wan kiribûn. Lê belê hîn jî cenazeyê Ferîde Yildiz, Sakîne Dûrmîş, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Sûsîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray,  Mustafa Keçanlû û Emrah Aşkin nedane malbatên wan. 
 
86 DOSYE JI AYM'Ê RE HATIN ŞANDIN 
 
Di lêpirsînên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê hatin destpêkirin de, heta niha derbarê 86 dosyeyan de biryara "neşopandinê" hatiye dayîn. Îtirazên ji bo van biryaran jî hemû hatine redkirin û her 86 dosye ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) re hatine şandin. Her wiha ji serlêdanên ji bo tazmînata madî-manewî jî 59 jê hatine redkirin. 
 
Ji parêzerên kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dane Parêzer Huseyîn Tul, qewimînên derbarê dosyeyên kesên navbirî de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN PIŞTÎ QEDEXEYÊ JÎ DEWAM KIRIN 
 
Tul, anî ziman ku bi qedexeyên hatin ragihandin re gelek maf jî hatine binpêkirin û got: "Berî her tiştî mafê jiyanê, mafê perwerdehiyê, mafê azadî û ewlehiyê. Her wiha wekî mafê tenduristiyê gelek mafên din jî hatin binpêkirin. Ev binpêkirin tenê ne di dema qedexeyan de, piştî qedexeyan jî dewam kirin. Piştî qedexeyê hin kesên jiyana xwe ji dest dane jî hene. Pêkanînên binpêkirinî jî dewam kirin." Tul, da zanîn ku hîn jî tam nayê zanîn hejmara kesên di dema qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane çend heb in û got, tê gotin hîn jî cenazeyê 16 kesan nehatiye tespîtkirin. 
 
GUMANBAREK JÎ TUNEYE 
 
Tul, anî ziman ku piştî van pêkanînan diviya dozger xwe bi xwe tev bigeriyana û ewilî delîl berhev bikirana û got: "A diviya bê kirin; lêkolîna li cihê bûyerê û berhevkirina delîlan bû. Lê dozgerek jî neçûye cihê bûyerê. Me çend caran got jî lê neçûn. Wê çaxê rêxistinên parêzeran hatin. Me hevdîtin bi serdozger re çê kir, lê tiştek jê derneket û tu dozger li cihê bûyerê lêkolîn nekirin. Helbet kesên delîl berhev kirine girîng in. Li Cizîrê ji bo mirina kesên jiyana xwe ji dest dane hema bêje polîsan lêkolîna cihê bûyerê kirine. Yanî hîn di destpêkê de lêpirsîn hatiey binpêkirin. Ji windakirina delîlaln bigirin heta afirandina delîlên bigumanbar. Niha hindik maye têkeve sala xwe ya pêncan, lê belê dev ji dozê berddin hîn wekî gumanbar îfadeya polîsekî jî nehatiye girtin. Wisa xuyaye wê negirin jî." 
 
PÊVAJOYÊN LÊPIRSÎNÊ 
 
Tul, anî ziman ku di lêpirsînan de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane gotine "endamên rêxistinê û got: "Lêpirsîna derbarê mirinê de veguherandin lêpirsîna endamên rêxistinê. Û ji ber vê derbarê gelek dosyeyan de jî biryara neşopandinê hat dayîn. Ji bo biryarên neşopandinê jî hincetên wekî 'kuştina endamekî/e rêxistinê', 'ev parastina rewa ye' û 'li gor hiqûqê ye' hatin berpêşkirin. Her wiha beyanên şahidên aşkere û nepen jî hene. Şahidên aşkere, di di danişînan de gotin bi darê zorê ev îfade dane, hatine îşkencekirin. Derbarê 86 dosyeyan de biryara neşopandinê hatiye dayîn û her 86 dosye jî niha li AYM'ê ne. Wisa xuyaye wê di nêze de bên vekolandin." 
 
EMNIYET DELÎLAN VEDIŞÊRE 
 
Parêzer Tul, anî ziman ku roja lêpirsîn dest pê kirine nêrîna dozgeriyê ya ji bo dosyeyên kesên jiyana xwe ji dest dane diyar bûye û got, derbarê hincetên ku dozgeran berpêş kiriye li holê delîl tunene. Tul, destnîşan kir ku delîlên ku dikarin îdiayên dozgeran pûç bikin hene û got, ev jî qeydên kamerayên wesayîtên zirxî yên wê demê ne. Tul, diyar kir ku lê belê ev delîl ne di dosyeyê de ne û got, dozgeriyê ji emniyetê dîmen xwstine lê belê emniyetê gotiye dîmen tunene û dîmen neşandine. Tul, destnîşan kir ku ew dizanin dîmen hene û ji bo vê doza li DMME'yê bibîr xist ku DMME'yê gotibû ji ber rêyên hiqûqa navxweyî nexitimîne û red kiribû. Tul, got: "Gava em li parêziyên Tirkiyeyê dinerin, em dibînin ku dîmen hene. Wezaret di parêziya xwe ya li DMME'yê de dibêje dîmen hene. Ev jî tê wateya veşartin û revandina delîlan." 
 
 
Tul, anî ziman ku ji bo dosyeyên kesên di dema qedexeyan de hatin kuştin biryara "neşopandinê" tê dayîn û ev jî tê wateya ku tê xwestin dosyeyan ber bi dosyeyên "kiryar nediyar" ve bişînin. Tul, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi sedan dosyeyên "kiryar nediyar" hene û got: "Di van dosyeyan yekê de jî kiryar nehatin tespîtkirin. Ji bo tespîtkirinê lêpirsîneke çalak jî nehat kirin. Wisa dixuyê wê neyên kirin jî. Me serî li AYM'ê da û em ê bidin jî. Tavilê em ê ji DMME'yê re bişînin." 
 
MA / Ahmet Kanbal – Mujdat Can