Leşkeran bi darê zorê ala tirk li şîna kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabûn daleqandin!

  • rojane
  • 15:45 13 Cotmeh 2019
  • |
img
MÊRDÎN / ŞIRNEX - Hat ragihandin ku leşkeran bi darê zorê ala tirk li mala şîna ya şîna kesên ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabûn daleqadine ji malbatê xwestine ku dema HDP'î bên şînê berî wan bidin.
 
Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut û kesên ku di "Maseya Krîzê" ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye avakirin de cih digirin, çûn serdana şîna kesên ku duh li Nisêbînê di encama teqîna topeke hewanê de jiyana xwe ji dest dabûn. HDP'iyên ku sersaxî ji malbatan re xwestin destnîşan kirin ku li cem malbatan e.
 
ÇÛN SERDANA ŞÎNA LI HEZEXÊ JÎ
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di nav şandeyeke HDP'ê ya Şirnexê jî çûn navçeya Hezexê derbasî gundê Filfê ku ji bo Fatman Yildiz (47) û zarokên wê  Leyla Yildiz (16) û Emine Yildiz (12) ku di teqîna topa hewanê ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn şîn hatibû danîn bûn. HDP'î çûn mala şînê û sersaxî dan malbata Yildiz. Îmîr li vir axaftineke kir û ev tişt got: "Kurd bi salan e di anv şer de dijîn. Heta îro me gelek komkujî dîtin. Lê tu komkujî jî me neqedand. 4 sal berê jî li Nisêbînê komkujî pêkanîbûn, îro jî heman tiştî dikin. Bi destê dewletê heta niha gelek mirovên me hatine kuştin. Em vî şerî şermezar dikin. Em dijminê tu kesî ne. Tenê em di xwazin di axa xwe de azad bijîn. Em daxwaz dikin ku demildest ev şer raweste û mirovên me jiyana xwe ji dest nedin." 
 
HATIYE GOTIN KU HDP'IYAN NEGIRIN GUND
 
Ji heyeta HDP'ê re hat ragihandin ku rayedarekî leşkerî bi darê zorê ala tirk li mala şînê daleqandiye. Kesên ku vê agahî dan heyeta HDP'ê gotin ku heman rayedarî ji wan ev tişt xwestiye: "Bila HDP'î neyê vê şînê. Ew neyar in we ne. Dema ku HDP'î hatin berî wan bidin. Kesên jiyana xwe ji dest dane şehidên me ne. Parlamenterên HDP'ê negirin gund. HDP'î kujerên we ne. Hûn ê van alan danexînin."
 
KEYAYÊ GUND: EM Ê BERÎ KESÎ NEDIN
 
Hat hînbûn ku keyayê gund û bi rayedarê leşkerî re nîqaş kiriye û jê re ev tişt gotiye: "Em ê berî tu kesên ku tên şîna me nedin. HDP jî di nav de em ê berî kesî nedin. HDP timik li cem me ye."
 
Balkêş e dema heyeta HDP'ê hat gund hejmareke zêde leşker jî hatin gund.
 
Heyeta HDP'ê ji bo ku sersaxiyê bide malbata Dara Alî ku di teqîna hewanê ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabû bibe, ji vir jî derbasî Silopyayê bû.