Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Karahan binçav kirin

  • rojane
  • 14:42 19 Tebax 2019
  • |
img
AMED – Polîsan Edîtora serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zîyan Karahan binçav kirin. 
 
Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Pişti qeyûm tayînî şaredariyan kirin, polîsan li gelek bajaran bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonên serdegirtina malan de Edîtora Serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamya (MA) Ziyan Karahan li malê binçavkirin. Polîsan bi ser mala Karahan de girtin û Karahan li malê binçavkirin. Parêzerê çûn hevdîtina Karahan bi hinceta hêjmara kesên hatine binçavkirin zêde ye, destûr nedan ku bi Karahan re hevdîtin bikin.