TTB: Em hemû kesên edaletê dixwazin vedixwînin kongreyê

  • rojane
  • 15:19 17 Hezîran 2019
  • |
img
ENQERE - Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Sinan Adiyaman, beriya kongreya mezin a 70’yemîn a TTB'ê bang li hemû kesên edalet û aştiyê dixwaze kir û xwest hemû kesên aştî û edaletê dixwazin tev li kongreya wan bibin. 
 
Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), beriya 70'emîn Kongreya Mezin a Navenda Giştî ya TTB'ê ku di 22'ê Hezîranê de bi tevlêbûna delegeyên 65 odeyên tabîban bi dirûşmeya "Ji bo  Tababet'ê Edalet" pêk bînin, civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Prof. Dr. Sinan Adiyaman, Sekreterê Giştî yê TTB'ê Dr. Bulent Nazim Yilmaz, Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Gulrîz Erişgen û Dr. Selma Gungor û Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê Prof. Dr. Vedat Bulut di civînê de amade bûn. Li ser navê bijîşkan Serokê Konseya TTB'ê Sinan Adiyaman daxuyanî xwend. Adiyaman anî ziman ku ji ber Endamên Konseya Navendî di salên 2016-2018'an de got “Şer Pirsgirêka Tenduristiya Gelan e" rastî cezayê hepsê hatine. Adiyaman, anî ziman ku dema ev ceza li wan birîn hemû nirxên hekîmtiya gerdûnî ser û bin kirin û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze bi cezayan hemû beşên muxalîf, rêxistinên pîşeyî, ode, sendîka û partiyên siyasî têk bibe û bêdeng bike. Li welatê ku edalet lê tune be, mafê civakê ne pêkan e. Di heman demê de mafê tenduristiya civakê jî ne pêkan e. Ji ber ku êdî rexne û pêşniyarî jî qedexe û suc tê dîtin. Ji ber vê yekê em bang li hemû kesên edalet û aştîyê dixwazin dikin ku beşdarî kongreya me bibe. Werin, em yekîtî, piştevanî û berteka xwe ya li dijî bê edaletiyê bi hevre bilind bikin."