NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqînek rû da. Hat diyar kirin ku di teqîn de 10 kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, li dûryana Sonî ya navenda bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqînek rû da. Piştî teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên dest pê kê di teqînê de 10 kes birîndar bûne.
Agahiyên berfireh ên derbarê bûyerê de nehatin girtin.