Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne

img
QERS - Li Qersê sewlavnan heywanên xwe ji bo firotinê tînin bazarê, lê bêyî ku eks bikire tevî heywanên xwe vedigerin malê. Sewalvanan, diyar kir ku ev hem ji ber krîza aborî hem jî ji ber polîtîkayên şaş e. 
 
Krîza aborî her diçe barê mirovan girantir dike. Wekî hemû sektoran bandoreke nebaş li sektora sewalvaniyê jî kiriye. Li Qersê sewalvan hem ji ber fiyetên kayê hem jî ji ber fiyetên êm nerazîne. Sewalvan şeveqê zû heywanên xwe ji bo firotinê tînin bazarê, lê belê gelek ji wan bêyî ku heywanên xwe bifiroşin vedigerin malê. 
 
Çetîn Çagatay, anî ziman ku ji ber krîza aborî û ji ber kûrên dowîzî bi rewşeke wiha re rû bi rû mane. Çagatay, diyar kir ku ji sedî 60 karê wan kêm bûye û got: "Rewşa aborî ya welêt li ber çava ye. Dolar her roj zêde dibe. Ji ber ku reşa me nebaş e dolar zêde dibe. Lewma em di vî halî de ne. Êdî wekî berê kes heywanan ne dikire ne jî difiroşe. Berê mirovan ji bo hewanan bikire kredî dikişand. Lê niha faîz zêde bûye û mirov nikarin krediyê jî bikişînin. Her wiha bihabûna êm û kayê jî pişta me şikênandiye. Par me ka bi 4000 lîreyî dikirî niha em di navbera 800-1300 TL'yî de dikirin. Mesrefê heywaneke bi 800 lîreyî bûye 2 hezar TL. Heger piştgirî neyê kirin wê sewalvanî pir kêm bibe." 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ 
 
Çagatay, bal kişand ser polîtîkayên şaş ên di warê çandinî û sewalvaniyê de jî û got, radibe ji bo sewalvanan li cihên dûr axuran çêdikin û kes naxwaze heywanên xwe bibe van axuran. Çagatay got: "Heger pereyê ku ji bo axuran hat xerckirin bidana sewalvana wê pr baş bûya. Projeyên tên çêkirin giş şaş in. Ji bo sewalvaan polîtîkayeke baş tuneye. Hema bibeje bi navê piştgiriyê tiştek tuneye. Ên piyaseyê baş dikin sewalvanên. Heger sewalvanên biçûk dev ji vî karî berdin wê sewalvanî nemîne." 
 
BANDORA DOLAR
 
Cengîz Mehmetoglû jî anî ziman ku kûra dowîzê bandoreke nebaş li wan dike û got, ji ber vê fiyetê ka û êm jî biha dibe. Mehmetoglû got: "Ka û êmên îthal bi dolar tên. Ev yek bandorê li fiyetê heywanan jî dike. Zêdebûna dolar bandorê li her tiştî dike." 
 
Ûlaş Yildirim jî got: "Bi salan e sewalvaniyê dikim. Lê ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê rewşa me nebaş e. Li gor bajarên din fiyetê heywanan li Qersê erzan e. Fiyetê heywanan divê hilberîner xela sbike. Heywan li gor borseyê tên firotin. Yanî fiyetê heywanan li gor daxwaza ên ji derve tên diyar dibe."