DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir: 20 kes kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Afganistanê, DAIŞ’ê li dijî girtîgehekê êrîşeke bombeyi pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn. 
 
Li bajarê Celalabad ê parêzgeha Nangarharê ya Afganistanê, DAIŞ’ê li dijî girtîgehekê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Walîtiya Nangarharê Attaûllah Hogyanî, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku DAIŞ’iyan li ber derê girtîgehê wesayîta bombebarkirî teqandine û piştre kesên çekdar êrîş birine ser girtîgehê. 
 
GUMANA ZÊDEBÛNA MIRIYAN HEYE
 
Hogyanî, destnîşan kir ku piştî êrîşê di navbera hêzên afgan û êrîşkaran de şer û pevçûneke dijwar derketiye. Hogyanî, derbarê hejmara miriyan de jî got ku bi gumane ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe. 
 
GIRTÎ REVIYAN
 
Endamê Meclisa Bajar a Celalabadê Sohrab Kaderî jî destnîşan kir ku dibe bilançoya bûyerê girantir be û got ku piştî êrîşê nêzî 50 girtî ji girtîgehê reviyane.
 
ÊRÎŞ ROJEK PIŞTÎ KUŞTINA ORÛKZEY PÊK HAT 
 
Li aliyê din, milê DAIŞ’ê yê Afganistanê Rêxistina DAIŞ-Horasanê ku bajarê Celalabad ji xwe re weke baregeh îlan kiriye, êrîşê girt ser xwe. Rojek beriya êrîşê Berpirsê Îstixbarata Rêxistina DAIŞ-Horasanê Esadûllah Orûkzey hatibû kuştin.