Hevserokê SES'ê Taşer: Şewb dê demsala payîzê zêde bibe

img
ANTALYA - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Antalyayê Dr. Kaan Taşer, diyar kir ku piştî pêvajoya “asayîbûnê' dê di demsala payizê de şewba vîrûsê zêde bibe û wiha got: "Divê li dijî asayîbûna zêde, bi lez tedbîrên pewist bên girtin." 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Antalyayê Dr. Kaan Taşer, diyar kir ku her sal bi deh hezaran turîstên biyanî û nijtecîhî tên Antalyayê û bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona (Covid-19). Dr. Taşer, anî ziman ku wekî li hemû Tirkiyeyê piştî pêvajoya "asayîbûnê' li Antalyayê jî piştî "asayîbûnê" her roj vîrûs belav dibe û wiha got: "Hikûmet bi fikara 'Turizm û aboriyê' rastiyê vedişêre. Demek dirêj e hêjmarên rastî aşkere nakin. Ji ber fikarên aborî tenduristiya civakê û gel dixin talûkeyê. Piştî pêvajoya “Asayîbûnê" dîsa hêjmara berketiyên şewba Covît-19 pir zêde bûn. Daneyên nexweşan bi sendîkaya me re parve nakin. Rayedar daxuyaniyê didin û dibêjin "pandemi qediya' Ji ber vê yekê êdî welatî li gorî qûralan tev nagerin. Lê divê her kes dîsa li quralan baldar bin. Divê rêxistinên tenduristiyê dîsa quralan bi bîra welatiyan bixin. Dîsa tedbîr bên girtin."  
 
HÊJMARA NEXWEŞAN PIR ZÊDE BÛYE
 
Dr. Taşer, anî ziman ku li gorî anketa SES'ê ku li 51 bajaran û li 241 nexweşxaneyên cemaweriyê di 29'ê hezîran û 7'ê Tîrmehê de amade kirin hêjmara nexweşên bi şewbê gelek zêde bûye û wiha axivî: "Bi nêzîkbûna demsala payizê re dê nexweş zêdetir bibin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Em ê ji bo tenduristiya xwe û tenduristiya gelê xwe têbikoşin. Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tenduristiya xwe jiyana xwe davên xeteriyê. Saetên xebatê zêde dibe. Kar zêde dibe û ewlehiya xizmetkarên tenduristiyê tune ye. Ev dibe sedem ku bandora xwe li performansê û hêza xizmetkaran dike. Herî zêde koma xizmetkarên tenduristiyê dikevin bin bandora vê şewbê. Li gel vê yekê nexweşiya şewba vîrûsê ji bo xizmetkaran wekî nexweşiya pîşeyî qebûl nakin. Lê li Fransa, Belçika, Kanada, Meksika û gelek welatên din şewba "Covid-19) wekî nexweşiya pîşeyî qebûl kirine. Divê mecbûrî tenduristiya xizmetkarên tenduristiyê bê parastin."