Berdevkê CHP'ê: Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve

img

ENQERE - Berdevkê CHP'ê Faîk Oztrak, diyar kir ku pêvajoya şewba vîrûsa corona ji bo dewletê û gel ezmûnek girîng e û wiha got: “Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve. Divê derketina derve qedexe bike. 

 
Berdevk û Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Faîk Ozturk, di civîna hefteyî ya MYK'ê ya CHP'ê de axivî û îqtîdara AKP'ê rexne kir. Oztrak, xwest bi lez tedbîr bêne girtin û wiha got: "Divê em tedbîran bigirin. Ger ku em tedbîran negirin dê sibê dereng be û wê bedela wê giran be. Daneyê encama vîrûsê mirov dixe nava fikaran. Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve. Ger ku Lijneya Zanistiyê hat avakirin wê demê divê xwe ji biryara qedexekirina kolanan nede paş. Ma hêza dewletê ku hefteyekî pêdiviyên welatiyan pêşwazî bike tune ye? Aborî ne tenê qadek zanistiyê ye. Di heman demê de zanistiya veqetandina çavkaniyan e. Divê zahmet nebe pêşniyar û hişyariyên me li ber çavan bêne girtin." 
 
Ozturk, anî ziman ku ev pêvajoya şewba vîrûsê hem ji bo millet û hem jî ji bo dewletê ezmînek girîng e.