Sancar banga ‘Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî’ kir

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat  Sancar, diyar kir ku divê li dijî şewba vîrûsa koronayê “Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî” bê avakirin û got: “Em ê navendekê ku agahiyên bi ewle bide civakê ava bikin. Pêdiviya civakê berî her tiştî, bi jiyanek bitemînat heye.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, derbarê pêşketinên rojevê de, li ser hesabê medya civakî ya partiya xwe li mala xwe ya li Enqerê daxuyaniya zindî da. Sancar, diyar kir ku wan îro civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe pêk anîn û derbarê biryarên di civînê hatin girtin de agahî da. 
 
‘EM NAVENDA KRÎZÊ AVA BIKIN’
 
Sancar, derbarê şewba vîrûsa korona ya ku bi lez li Tirkiyê û tevahiya cîhanê belav dibe de axivî û banga avakirina “Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî” kir. Sancar, da zanîn ku divê ev navend bê avakirin û wiha got: “Lazime ku Desteya Zanista Alternatîf bê avakirin û mirovên me jî beşdarî vê avakirina zanistê bibin. Me ev biryar di civîna xwe ya MYK’a de nîqaş kir. Em ê îro dest vê hewldana xwe bikin. Em ê navendekê ku agahiyên bi ewle bide civakê ava bikin. Pêdiviya civakê berî her tiştî, bi jiyanek bitemînat heye. Pêdiviya herî lezgîn parastina civakê ye. Divê hemû jêderkên çemawerî ji bo vê qadê bên şandin. Ji bo ku Meclîs di vê mijarê de qanûnan derbikexe, divê bi lezgînî rojeva xwe biguherîne û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dewam bike.”