‘Divê hemû pêdiviyên civakê bêne pêşwazîkirin'

img

ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê, diyar kir ku ji ber pêvajoya şewba vîrûsê divê kes ji malên xwe dernekevin û xwest hikûmet, hemû partî, rêxistinên civakî û saziyên civakî bi hevkarî û tevkariya hev pêdiviyên civakê temîn bikin û vê pêvajoyê derbas bikin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê, têkildarî vîrûsa corona (Covid-19) ku li Tirkiyeyê belav bûye, daxuyaniyek nivîskî da. HDP'ê bang li îqtidarê kir ku li hemberî daxwaz û pêdiviyê gel hestiyar tev bigere û wiha got: "Demek beriya demekê ji bo parastina li dijî vîrûsê divê 15 rojan qedexeya derketina kolanan bê îlankirin. Di vê pêvajoyê de karker û kedkar divê destûra bi heq bigirin. Divê hemû pêdiviyên gel ên mecbûrî yên jiyanê bên temînkirin. Heta niha li Îzmirê çiqas kes bi şewbê ne, çiqas kesan ji ber şewbê jiyana we ji dest dane ne xwedî agahî ne. Em dixwazin ku ev pêvajoya çiqas bajo ne diyar e bi windakirinên herî kêm em derbas bikin. Li şûna îqtîdar bibe bersîva daxwazê gel ewil qeyûm tayînî şaredariyê HDP'ê kirin. Em dibînin ku civak û gel terkî qedera wan kirine û vê pêvajoyê ji bo xwe dike firsend. Em diwasin ku hemû partî, rêxistinên civakî û saziyên civakî bi hevkarî û tevkariya hev pêdiviyên civakê temîn bikin û vê pêvajoyê derbas bikin."