HDK: Polîtîkayên şaş bû sedem ku şewba vîrûsê belav bibe

img

STENBOL - HDK'ê polîtîkayên tifaqa AKP-MHPê ya li dijî vîrûsa corona bi zimanekî tund rexne kir û anî ziman ku sedema vîrûs ewqas bi lez belav bibe polîtîkayên îqtîdarê yên şaş in. HDK'ê xwest di serî de hemû girtiyên li girtîgehan serbest bên berdan û di her alî de tedbîr bên girtin. 

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî talûkeya vîrûsa corona ya li tevahiya Tirkiye belav dibe û gefan li girtîgehan dixwe daxuyaniyek nivîskî weşand. HDK'ê anî ziman ku li gorî daxuyaniyên fermî heta niha li Tirkiyeyê 131 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û kesên bi şewha vîrusê ketine jî 9 hezar û 217 kes derbas kirine. HDK'ê da zanîn ku li diji şewbê ji bo parastinê têkoşînk pir lawaz tê kirin û polîtîkaşê hikûmetê bi zimanekî tund rexne kir. HDK'ê anî ziman ku ev şewb li ser ruyê erdê dibe sedema mirinên bi komî û bandorê li ser qeyranên  siyasî, aborî û civakî dike û wiha got: "Ji ber polîtîkayên şaş ên îtîfaqa AKP-MHP'ê îro ev şewb roj bi roj li Tirkiyeyê belav dibe û zêde dibe. Li gel hikûmetê diyar kir ku di 25'ê Sibatê de deriyê Îranê girtine, Walîtiya Îranê diyar kir ku dê Deriye Îranê di 26'ê Adarê de bigirin. Hêj ne diyar e ku sînorê Îranê hatiye girtin ya na. Piştî şewb li Çînê û Îranê dest pê kir, 21 hezar mirov şandin Umrê. Ev mirovên çûn Umrê û vegeriyan tenê qefîlê dawî xistin qarantînayê. Ev vegera welat de hebên germa laş dadixe dan wan û bi vî rengî ji qarantînayê derxistin. Li gel ku li Îtalyayê bi hezaran mirov mirin jî hêj ji Kendava Îtalyayê seferên Ro-Ro tînin Îzmirê. Ligel New York navenda şewbê ya DYA'yê ye hêj heta 25'ê Adarê balafiran sefer anîn Stenbolê. Mixabin piştî 25'ê Adarê sefer rawestandin. Piştî şewb belav bûn hêj nû nimêjên li mizgeftan û nimêjên îne di 16'ê Adarê de betal kirin."  
 
DIVÊ TEDBÎR BERÊ HATIBANA GIRTIN
 
HDK'ê xwest agahiyên der barê şewbê de zelal û aşkere bi cemaweriyê re bê parvekirin û wiha berdewam kir: "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 11'ê Adarê de wekî şewba gerdûnî (Pandemî) îlan kir. Lê li gel vêyekê bi qasî tê xwestin tedbîr nehatin girtin. Diviya bû ewil dewletê rê li pêş hatina nexweşxaneyê ya welat girtibûya. Diviya bû hemû ger û geştên dervê welat û hatina welat rawestandibûya. Diviya bû kes bi lez xistibûna karantînayê û bi lez tespît kiribûna. Diviya bû li gorî pêşdîtina pandemiyê hemû kêmasiyên nexweşxaneyan yên tibbî û personelî hatibûna temamkirin. Piştî ev şewb li welatê me belav bû, diviya bû agahi bi endam û rêveberên TTB û hemû xizmetkarên tenduristiyê re zelal û aşkere parvekiribûna." 
 
BERPIRSIYARÎ DAN SER MILÊ GEL
 
HDK'ê helwesta AKP-MHP'ê ya berpirsiyariyê jî bi tundî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Îqtîdarê xwest her kes bi xwe rewşa xwe ya OHAL (Awarte) îlan bike. Ev nişan dide ku çiqas seranser nêzî vê yekê dibe. Li welat bi milyonan karker û kedkar hene ku ji bo debara xwe bikin neçar in kar bikin. Diviya bû dewletê pêdiviyên wan ên debarê danîbûya ser milê xwe û hemû pêdiviyên welatiyan pêşwazî kirikbûya. Lê hikûmetê berpirsiyarî da ser milê gel. Hikûmet ji berpirsiyariyê reviya." 
 
'AKP-MHP LI KURDISTANÊ HASAS TEV NAGERE'
 
HDK'ê da zanîn ku hikûmet cudakariyê dixe nava milê rojava û rojhilat û wiha got: "Hasasiyeta li Rojavayê Tirkiye nîşan dide li Kurdistanê heman hasasiyetê nîşan nade. Di vê pêvajoyê de ket pêşiya firsendan û bi lez Qeyum tayînî şaredariyê HDP'ê kir. Cîhan hemû ketiye derdê parastinê, îqtîdara AKP-MHP'ê qeyûman tayîn dike. 
 
Welatiyên bi şika şewbê çûn nexweşxaneyê nehatin testkirin û li malê vegerandin. Li şûna piştgiriyê bidin gel, piştgirî dan sermayedaran. Di vê pevajoyê de AKP-MHP'ê pakêta piştgiriyê derxist û ev pakêt piştgiriyê dide sermayedaran. 
 
SÛCDARÊN TIRYAK KUŞTIN Û ÎSTÎSMARÊ DÊ BÊN BERDAN LÊ 
 
HDK, polîtikaya AKP û MHP'ê ya li dijî darazê û pakêta darazê ya ji bo girtiyan jî rexne kir û wiha pêde çû: "Bi vê pakêtê kesên ji sûcê tiryak, dizî, kuştin, hifûş û îstîsmarê tên girtin dê bên berdan. lê girtiyên siyasî dê neyên berdan. Dîsa kesên muxalif, siyasetmedar, rojnameger, nivîskar ên ji azadiya firkê tên girtin dê sûdê negirin. Dîsa girtîgeh dê bi girtiyên muxalif tijî bibin.
 
Li aliyekî banga li mal bimîne tê kirin. Lê li aliye din tedbîra vê yekê nayê girtin. Ji ber vê yekê dê tundiya nava malê zêde bibe. Li gorî lêkolîna saziyên jinan dê tundiya li malê li dijî jinê û zarokan zêde bibe. 
 
HDK'ê îhaleya Kanal Îstanbul jî rexne kir û da zanîn ku di pêvajoya şewbê de derxistin îhaleyê û sedema vêyekê weki rantê nîşan da. HDK; anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP'ê di vê pêvajoya şewbê de civaka Tirkiye bi tenê hişt û wiha got: "Welat wekî qada talanî u wêrankirinê dibîne. Herî zêde xizmeta sermayedar û mutahîdan dike. Em bang li îqtîdarê dikin ku erka xwe ya li hemberî civakê pêk bînin." 
 
DAXWAZ Û PÊŞNIYAR 
 
HDK'ê ji bo parastina li dijî şewbê ev pêşniyar û daxwaz kirin: 
 
“* Divê dewlet ewil tedbîra zexîre ya welatiyan bistîne. Divê ji xeynî pêdiviyên mecbûrî hilberînên din rawestîne. Ji bo tevgerê rawestîne divê heqê karker, kedkar û welatiyan bide wan û wan teşwikî hiştina li malê bike. Divê ji bo hemû kesan xizmeta tenduristiyê bê pere û wekhev be." 
 
* Divê hemû girtiyên li girtîgehan serbest bêne berdan. 
 
* Bi pêşdîtina ku jin û zarok li malê bêtir dê rastî tundî û binpêkirina mafan bê, bi lez li dijî vê yekê tedbîran bigirin. 
 
* Em nikarin civakê terkî wîcdanê îqtîdarê bikin. 
 
* Divê ji bo gel dernekeve kolanan û di malên xwe de bimîne hemû pêdiviyên wan bêne temînkirin û şert û merc bên avakirin. 
 
* Di guhertina zagona înfazê de divê rêgeza wekhevî û edaletê esas bê girtin. Divê girtiyên siyasî, akademîsyen, rewşenbir û rojnameger rastî cudakariyê neyên. 
 
* Divê îqtîdar civakê wekî berpirsiyarê belavbûna şewbê nûşan nede û tawanbar neke. 
 
* Em wekî HDK'ê heta dawî dê şewirmendî û piştevaniya xwe ya civakê berdewam bikin û pêş bixin. Heta ji destê me tê em ê karker, kedkar û kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye bi tenê nehêlin. ji bo li taxan kes birçî û bi tenê nemîne em piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin. 
 
* Em ê li dijî şewbê piştevî û parastina civake berdewam bikin."