Kaçmaz: Li Çiyayê Cûdî komkujî pêk tê

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz avakirina qelekolan ên li Çiyayê Cûdî bir rojeva Meclîsê û got: “Ji bo avakirina qelekol û santrolên termîkê bi awayekê cidî daristan tê hilweşandin û bi hezaran daran tên qetilkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, avakirina qelekolan ên li Çiyayê Cûdî bi rojeva meclîsê. Kaçmaz, hinceta hilweşandina daristanên Çiyayê Cûdî ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî. 
 
Kaçmaz di pêşnûmeya da Meclîsê de ev pirs ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay kirin:  
 
“*Walîtiya Şirnexê bi awayekî pergalê her 15 roj carekê herêmê qedexe dike. Sedema girtina herêmê li welatiyan çiye? 
 
*Derbarê qedexeyên tên îlankirin de, gelo li ser fermana hikumetê tên îlankirin? 
 
*Li cihên ku welatî lê dijîn tê xwestin ku darên wan bên birîn, lê  ji ber ku welatî li dijî vê derdikevin rastî gefan tên. Gelo ev yek raste? Derbarê kesên dixwazin daran bibirîn de lêpirsîn hatiye vekirin an na?
 
*Gelo ji bo herêmên tên xwestin qelekol û santralên termîkê lê bên çêkirin tu bergiriyek we heye?
 
*Gelo sedama qirkirina darên Çiyayê Cûdî çiye?”