Kargehên ku karên wan hatine rawestandin dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin

img

ENQERE – Wezîra Polîtîkayên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk, ragihand ku kargehên ku karê wan hatine kêmkirin û rawestandin, dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin.

Wezîra Polîtîkayên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk, got ku kargehên ku karê wan hatine kêmkirin û rawestandin, dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin. Selçûk, da zanîn ku pereye xebata kurt dê ji fona bêkariyê bê bersivandin û herî zêde 3 mehan bê dayîn. Selçûk, agahiya serlêdanên ku heta niha hatine kirin jî parve kir û ragihand ku 19 hezar fîrmayên serî li pereye xebata kurt daye û serlêdanên ku hatine kirine tê beranberî 420 hezar kesên bi sîxorta dixebitin.”