Kubîlay: Ji Roboskî heta Til Rifatê tiştek neguheriye, tenê dijminahiya kurdan dikin

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay da zanîn ku Tirkiyê li Til Rifatê ku 8 jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da “sûcê şer” kiriye û got: “Ji Roboskî heta Til Rifatê tiştek tenê guheriye ew jî hejmara darbestan e. Tişta neguheriye jî dijminahiya kurdan e.” 

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapmeniyê li dar xist. 
 
‘DESTÊ XWE JI SER HEVŞAREDAR Û ŞAREDARIYÊN ME RAKIN’ 
 
Kubîlay bi şermezarkirin binçavkirina hevşaredên wan ên Bêgir, Qelqelî û Elbakê dest bi axaftina xwe kir û got: “Hevşaredarên me binçav kirin û avahiyên şaredariyên me hatine dorpêçkirin. Dîsa bi hêncetên pûç û vala binçavk dikin û dê qeyûm tayîn bikin. Wê dîsa heman nakarat xwe dubare bike. Heta bertekek xurt neyê dayîn, wê rejîma qeyûm bi desteserkirina şaredariyan xwe tahkim bike û zext zêde bibin. Heta ev îqtîdar hebe dê kes nikaribe bi oksîjenek paqij siyasetê bike. Em carek din dubare dibêjin, destên xwe yên tundî û nefretê ji hevşaredar û şaredariyên me rakin. Hûn çi dikin bikin hûn ê nikaribin ku dijrewabûna xwe ya îqtîdarê ji kesî veşêrin.” 
 
‘AKP’Ê DIJMINAHIYA KURDAN BIR NATO’YÊ JÎ’ 
 
Kubîlay bal kişand ser Zîrveya NATO’yê ya li Londrayê û got: “Dijminahiya kurdan di vê zîrveyê de derket holê. Hefteyek dawî ye di navbera welatên NATO û Tirkiyê de qrîzek rû dida. Ji bo ku Erdogan di civîna NATO’yê de parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek ‘terorîst’ îlan bike, hewldanek taybet hat kirin.” 
 
‘DEST VALA VEGERIYA’ 
 
Kubîlay anî ziman ku dewletên NATO’yê destek nadin dijminahiya kurdan û Plana Parastina Baltik û blofa vetoyê kêrî tiştekî nehatiye. Her çiqas di civîna NATO’yê de komkujiya zarokên Til Rifatê ji nedîtî ve hatibe jî carek din hat nîşandan dijminahiya kurdan di polîtîkaya derve de temenê xwe tije kiriye. Tevî vê yekê jî medya AKP’ê mîna ku Erdogan bi serkeftî ji Londrayê vegeriyabe da nîşandan.” 
 
‘HERÎ KÊM HEZAR ZAROK HATIN KUŞTIN’ 
 
Kubîlay da zanîn ku li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di du salên taliyê de di encama êrişên Tirkiyê de herî kêm 162 zarok hatine kuştin û 195 zarok jî birîndar bûne. Kubîlay got li gorî daneyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ, El Nûsra û yên din di navbera salên 2014-2018an de li Serekaniyê, Kobanê, Girê Spî, Reqa, Minbic, Dêra Zor û Hesekê di êrişên bombeyî de herî kêm hezar zarok jiyana xwe ji dest dane û gelek zarok jî astengdar mane. 
 
‘JI ROBOSKÎ HETA TIL RIFAT TENÊ TIŞTEK GUHERIYE EW JÎ HEJMARA DARBESTAN E’ 
 
Kubîlay destnîşan kir ku Tirkiye li dijî Rojava “sûcên şer” dike û wiha got: “Tirkiye pirr eşkere sûcê şer dike. Em bang li sazî û dezgehên navnetewî dikin ku lezgînî ji bo êrişên li dijî sivîl û zarokan rawestîne bikevin tevgerê. Her çiqas dewletê NATO’yê li hember komkujiyên li dijî sivîl û zarokan bêdeng bimînin jî lê em bang li wan dikin ku ji bo mehkûmkirina van sûcên şer dadgehek navnetewî kom bike û zextan li ser van dewletên kujer bike. Wek encam; Ji Roboskî heta Til Rifatê tiştek tenê guheriye ew jî hejmara darbestan e. Tişta neguheriye jî dijminahiya kurdan e.” 
 
‘DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERDIKEVIN’ 
 
Kubîlay bal kişand ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan û got: “Roj naçe ku ji girtîgehan darbest dernakevin. Her roj tundî û îşkence zêde dibe. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Li şûna girtiyên nexweş berdin, lê darbestên wan derdikevin.”