'Komkujiya Til Rifatê stratejiya komkujiyê ye'

img

WAN - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, têkildarî komkujiya li Til Rifatê diyar kir ku "Bûyera Til Rifatê aqil û stratejiya şer û komkujiyê ye û wiha got: "Dixwazin bi komkujiyan herêmê bê Kurd bihêlin. Di vê mijarê de berpirsiyariya Tirkiye gelek zêde ye." 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, têkildarî êrîşa li dijî Til Rifatê, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweya Kurd ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kir. 
 
Temellî, ewil bal kişand ser komkujiya Til Rifatê ku 8 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes birîndar bûn û wiha got: "Dema mirov li dîmenên heyî dinere dilê mirov ranake. Ji roja Efrîn hat dakirin heta niha komkujiyên bi vî rengî pek tên. Ev komkujî karê OSO ku bermahiyên DAIŞ'ê ne. Ev li herêmê bê navber komkujiyan pêk tînin. Ev komên ku ji bernahiyên DAIŞ'ê pêk tên, bê navber li herêmê komkujiyên bi vî rengî dikin. DAIŞ, hêj ji bo Rojhilata Navîn û cihanê talûkeyek mezin e. Bila kes nebêje DAIŞ xelas bûye. Bûyera li Til Rifatê pêk hatiye, aqil û stratejiya komkujiyê ye. Dixwazin bi komkujiyan herêmê bê Kurd bihêlin. Ev ne bûyerek jirêze û tesadufî ye. Demek dirêj e li herêmê stratejiya komkujiyê tê meşandin. Hêzên navneteweyî ger ku xwe wekî hêz pênase dikin, wê demê divê rê li pêş komkujyên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bigirin. QSD bi wan re şer kir û bi ser ket. 
Kesê bi navê Bagdadî 5 kilometre li pişt sînorê Tirkiyeyê dijîya. Tirkiye li hemberî vê yekê bêdeng bû." 
 
Temellî, anî ziman ku ev îktîdar êdî nikare çareseriyê pêş bixe û wiha got: "Bi israr naxwaze meseleya Kurdan bibîne. Bê aqiliya heyî destûr nade bi Kurdan re tev bigerin. Ger ku li Tirkiyeyê têkoşîna li dijî şer pêş bikeve, wê demê li Sûriyeyê dikare çareseriya mayinde pêş bikeve. 
 
'DI MIJARA TECRÎDÊ DE DIVÊ EM BIBIN ÎNÎSIYATÎF'  
 
Temellî, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan û wiha got: "Tecrîdkirin tê wateya têkçûna dewleta hiqûqî. Tecrîd ne tenê meseleya di navbera gelê Kurd û birêz Ocalan de ye. Tecrîd têkçûna dewleta hiqûqî ye. Tecrîd, qutbûna dewletê ya ji makeqanûnê ye. Bi hiqûqa tecrîdê hiqûqek din ava dikin. Îro ÎQtîdar vê siyasetê li ser vê hiqûqê ava dike. Ger ku îro ew qas maf tên binpêkirin encama  tecrîdê ye. Îro tecrîd li ser her kesî tê meşandin. Tecrîd, li ser fikr û bedena mirov tê meşandin. Tecrîd di şewsê Ocalan de li ser her kesî tê meşandin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Niha tecrîdek mutlaq heye. Divê cemaweriya Tirkiyeyê jî li ser vê yekê înîsiyatifê bigire ser xwe. Divê her kes li dijî hiqûqa tecrîdê înisiyatifê bigire ser milê xwe. Divê li Tirkiyeyê hemû rêxistinên hiqûqê û rêxistinên pîşeyî li ser vê yekê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. 
 
'DIVÊ SIYASET LI HEMBERÎ YEKÎTIYÊ BÊDENG NEMÎNIN' 
 
Temellî, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha lê zêde kir: "Li vê herêmê 45 milyon Kurd hene. Hemû gelê li vê herêmê dijîn di nava  hevde dijîn û têkiliya wan bi hevre heye. Têkoşîna her perçeyekî xwedî girîngiyek mezin e. Divê têkoşîna li vê qadê he xurt bike. Yên li hemberî vê firsenda dîrokî gavan navêjin, dê belav bibin. " 
 
'DIVÊ CPT ERKA XWE PÎK BÎNE'
 
Temellî, bal kişand ser rewşa Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş jî û wiha got: "Bijîşkê ambulansê diyar dike ku rîst tune ye. Divê bijîşkê ambulansê vê yekê nebêje. Çi dibe bila bibe, divê bi lez mudaxale bikin û tedawî bikin. Li hemberî geşedanên li girtîgehan hestiyarî û hişyarî pir lawaz e. Em bang li rayedarên CPT'î dikin ku erka xwe pêk bînin. " 
 
'HDP DENGÊ HEQÎQETÊ YE' 
 
Temellî, bal kişand ser zextên li dijî HDP'ê û wiha lê zêde kir: "Kesekî di sala 2008'an de tev li duxaniya çapemeniyê bûye 10 sal şûnde tê binçavkirin. Ev rewşek qerfî ye. Tişta ku berê FETO dikir, niha AKP  dike. Wê demê em dipirsin, hûn bi van kiryarên FETO nabin wekî FETO? HDP li çareseriya siyaseta demokratîk digere. Lê rejîma otoriter ji vê siyasetê direve. Ji ber ku HDP dengê heqîqetê ye. 
 
Temellî, li ser tayînkirina qeyûman jî rawestiya û wiah bi dawî kir: "Bi hiqûqa tecrîdê hiqûqa qeyûmê jî pêş ket. "Li pêş şaredariyan dîwarê betanê datînin. Ew dîwarê tirsê ye. 
 
 
MA / Adnan Bilen - Cemil Ugur