Temellî: Rojnamegerên dibin çavan de berdin

img
WAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, zextên desthilatdariyê yên li ser mûxalîf û xebatkarên çapemeniya azad weke “Êrîşên dijminane” nirxand û banga serbest berdana nûçegihanên me yên dibin çavan dene, kir. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, bertek nîşanî binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Bêrîvan Altan, Sadiye Eser û Sadik Topaloglû da û banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî kir.  
 
‘DESTHILATDARÎ ROJNAMEGERTIYA LI GORÎ XWE DIYAR DIKE’
 
Temellî, bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê azad û wiha axivî: “Li welat azadiya çepemeniyê tuneye. Bi sedan rojnamegerên mûxalîf di girtîgehan dene. Serokkomar û endamên desthilatdariyê dibin ‘ev ne rojnamegerin.’ Li vî welatî rojnamegerên alîgiriya desthilatdariyê dikin tenê weke rojnameger tên dîtin. Yên ku li dijî vê desthilatdariyê derdikevin jî, dixin girtîgehan. Yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê girtin û darizandina rojnamegerane. Li welatekê ku azadiya çapemeyê lê tune be, mirov nikare behsa demokrasî û edaletê bike. Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ji holê rabûye.” 
 
'DIVÊ ROJNAMEGER BÊN BERDAN’
 
Temellî, zextên desthilatdariyê yên li ser mûxalîf û xebatkarên çapemeniya azad weke “Êrîşên dijminane” nirxand û ev bang kir: “Nûçegihanan berdin. Îro gelek rojnameger girtîne, dibin çavan dene û tên darizandin. Ev hemû hevalên me ji ber nasnameya xwe ya mûxalîf rastî van rewşan tên. Lê ez her tim dibêjim; ger hûn rojnameger bin, hûn neçarin ku mûxalîf bin. Heya ku mirov nebe mûxalîf, zêde girîngiya nasnameya wê rojnamegertiyê jî tuneye. Di vê hemû rojnameger bên berdan û ji bo rojnamegerên dibin çavan de jî, dibêjim derbas bûyê be.”   
 
BANG LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ KIR 
 
Temellî, herî dawî banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî kir û got: “Bi awayekê matmayî li vê bêdengiya heyî temaşe dikim. Saziyên çapemeniyê yên navneteweyî diviya bû di nava piştevaniyekê de bûna. Ez bang li hemû raya giştî ya navneteweyî dikim ku bi rojnamegeran re bikevin nava piştevahiyê.”
 
MA / Adnan Bîlen