Başaran: Roj roja deng derxistinê ye

img

ENQERE – Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkiriyên têkildarî êrîşên ser Rojava da û got: “Xwedî derketina aştiyê ne sûc e. Roj roja deng derxistinê ye.”  

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî geşedanên ser Rojava li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran got ev şer ne şerê gelan e û desthilatdarî dixwaze bi vî şerî hebûna xwe dewam bike. Başaran êrîşên Tirkiyê wek “dagirkeriyê” pênase kir û armanca Tirkiyê ne parastina xelkê wir e û armanca wê ew e ku kembera DAIŞ’ê û komên selefî ava bike. 
 
‘DIXWAZIN RÊVEBERIYA ROJAVA TUNE BIKIN’ 
 
Başaran anî ziman ku Tirkiye dixwaze rêveberiya xweser a demokratîk ku li Rojava xwe saz kiriye ji holê bê rakirin û armanca sereke ya AKP’ê ew e ku kurd û destkeftiyên wan tune bike. Başaran da zanîn ku îktîdara AKP’ê bi hemû kirinên xwe û êrîşên dawî yên li ser Rojava bûye hevkarê DAIŞ’ê.
 
'PENABERAN BIKAR TÎNE’ 
 
Başaran bal kişand ser argûmanek din a AKP’ê û wiha got: “Desthilatdarî penaberan bi du şeklan bikar tîne. Tirkiye hem penaberan li dijî Ewrûpayê wek kozek bi kar tîne û wan pê tehdît dike û hem jî dixwaze demografiya Rojava biguherîne û penaberan li wir bicih bike.” 
 
'ŞER BELAV DIBE Û SIVÎL DIMIRIN’ 
 
Başaran bal kişand ser mirina sivîlan û got: “Beriya şer me hişyariya dê sivîl bên kuştin li îktîdarê kiribû. Mixabin şer dan destpêkirin û li Nisêbînê û Kaniya Xezalan 7 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Başaran hişyarî da û got şer li welat belav dibe. Başaran anî ziman ku yên li dijî vî şerî derdikevin jî îktîdar darazê wek berdevkê xwe yê dadgehkirinê bikar tîne û dixwazin her kesî bêdeng bikin. Başaran diyar kir ku parastina aştiyê nabe sûc û heke ev sûc be hemû rayedarên dewletê sûc dikin. 
 
‘BI SER 90 KESÎ RE BINÇAVKIRÎ NE’ 
 
Başaran da zanîn ku peywîra îktîdaran ne şorkirina şer e û divê çareserî peywîra wan sereke be û lê ji ber ku partiya wan rastiyê dibêje êrîşî ser partiya wan dikin. Başaran got rojek beriya operasyonê û heta niha li Riha û Mêrdînê endam û rêveberên partiya wan û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi ser 90 kesî re hatine binçavkirin. 
 
‘ROJ ROJA DENG DERXISTINÊ YE’ 
 
Başaran destnîşan kir ku ew bang li her kesê alîgirên aştî û azadiyê ne û demokrasiyê diparêzin û hurmetê nîşanî destkeftiyên Rojava didin dikin û got: “Roj roja deng derxistinê ye. Her gotinek em bikin wê şer têk bibe û aştiyê mezingir bike û her wiha dê îktîdarê têk bibe. Em carek din bang li îktîdarê dikin; rêya hûn li ser dimeşin ne tu rê ye. Cihê we ne cih girtina cem çeteyan e. Cihê we ew e ku hûn bi kurdan re muzakere bikin û li ser aştiyê li hev bikin. Heta hûn bi kurdan re aştiyê pêk neynin, hûn nikarin li pêş bikevin.”