Ji HDP’ê bang: Li dijî şer em eniya demokratîk ava bikin

img

ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya îktîdara AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe da û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer neiyek demokratîk were avakirin. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, parlamenter û endamên MYK’a HDP’ê têkildarî operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojava li ber Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Temellî daxuyanî da. 
 
Temellî xwest ku divê dawî li şerê tê kirin were û ji axa Sûriyê derkevin. 
 
Temellî wiha got: “Êrîş îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî Rojava hemû peymanên navnetewî binpê kiriye. Li ber çavê hemû dinyayê êrîşek yek alî hatiye destpêkirin. Ya ku tê kirin şer û hewldana dagirkirinê ye.” 
 
‘ÊRÎŞ LI SER HEMÛ GELAN E'
 
Temellî da zanîn ku êrîşa li dijî Rojava di heman demê de li dijî daxwazên wekhevî, azadî, aştî, edalet û jiyana bi hev re ye û wiha got: “Şer bi destê bermahiyên DAIŞ’a selefî çeteyên OSO hat destpêkirin. Êrîşa van çeteyan êrişek li dijî elewiyan, êzidiyan, suryaniyan, tirkmenan, ermeniyan, ereban û hem bîr û baweriyên li Rojava dixwazin kiriye hedefa xwe. Armanca vê êrîşê ya sereke li dijî şoreşa jinê û pergala kurd dixwazin li gel netewên din ava bikin e. Dixwazin pergala wekhev, azadîxwaz û jiyanek demokratîk û hemû destkeftiyên tune bikin.” 
 
‘WÊ SÛRIYÊ BER BI REWŞEK ALOZTIR VE BIÇE'
 
Dewama daxuyaniya Temellî wiha ye: 
 
“Tirkiye bi hewldanên şer û dagirkeriyê dixwaze şer derxe astek din. Wê Sûriye ber bi rewşek aloztir ve biçe. Kurdan wek ‘talûkeya potansiyel” dibînin. Kurd bi her cûre tundî û işkenceyê re hevrû maye. Dixwazin kurdan koçber bikin. Zimanê wan hatiye qedxekirin û wan ji welatîbûnê derxistine. 
 
ROJAVA DEVRİMİ IŞIK TUTAN MEŞALE 
 
Gelên Rojava bi hêz û rêxistina xwe têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser xistine û bi şoreşê tacîdar kirine. ‘Peymanek civakî’ ya di qalîteya destûra bingehîn a mirovî de diyarî gelan kirine. Şoreşa Rojava ji bo siberoja Rojhilata Navîn meşaleya ronîkirinê ye. 
 
RÛSYA Û AMERÎKA DESTÛR ÊRÎŞAN DA 
 
Bloka îktîdara AKP-MHP’ê ji bo destkeftiyên kurdan li ku dera cîhanê dibe bila bibe têk bibe û nehêle kurd bigihîjin tu mexseda xwe serî li her rêbazan da û komkujî bi ser kurdan de anî. Hêzên emperyal ên wek Rûsya û DYA destûr dan Tirkiyê ku şoreşa Rojava têk bibin. Di vê desteka heman hêzan de hat dîtin ku 21 sal berê jî çawa Birêz Ocalan bi komployek ji axa Sûriyê derxistine. Ev rejîma yek zilamî û bloka faşîst welat ber bi hilweşandinek mezin ve dibe. Muxalafeta ku xwedî giravê divê li nirxên aştiyê û demokrasiyê derkeve jî bi awayek eşkere desteka ‘êrê’ da tezkereya şer. Halbûkî ev şer ne şerê Tirkiyê ye. Ev şer pirr aşkere şerê Erdogan û siberoja siyasî ya hevkarên wî ye. Yên ji vî şerî re gotin ‘erê’ dê tu wîjdan wan qebûl nek û dê di rûpelên dîrokê de werin mehkûmkirin. 
 
BI 4 XALAN BANGA JI BO DESTHILATDARIYÊ 
 
* Divê îktîdar demildest dawî liv ê operasyona yek alî bîne û vegere ser polîtîkayek aştiyane ya derve. 
 
*  Bêşert û bêşût divê Tirkiye ji axa Sûriyê derkeve û vekişe nav sînorên xwe. 
 
 * Divê gelên Sûriyê biryara siberoja Sûriyê bidin û divê Tirkiye ji vê re rêz bigire. 
 
* Lazime Tirkiye destekê bide hilweşandina Sûriyeya 8 sal in tê xerakirin û piştevaniyê bide nîşandan û alîkariya mirovî bike.
 
Temellî hişyariya îktîdara AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe da û di serî de raya giştî û civaka navnetewî û raya giştî û civaka Tirkiyê jî di nav de bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer eniyek demokratîk were avakirin.