Temellî: Erêkirina tezkereyê zerardayîna herî mezin a vî welatî ye

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, CHP ya ji tezkereyê re got ‘erê' rexne kir û wiha got: “Şopdariya nijadperestiya bê kok û piştgiriya polîtîkayên şer, zerardayîna herî mezin a vî welatî ye. Divê îktîdar dawî li van polîtikayên şer bîne."

 
Li ser daxwaza Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, parlamenterên AKP, MHP û CHP'ê li meclîsê tezkere erê kir. Serokê AKP'ê Erdogan saet di 16.00'ê 9'ê Cotmehê de îlan kir ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon dane destpêkirin. Piştî Erdogan şer îlan kir, TSK'ê bi tang û topan herêm bombe kir. Heta niha bi dehan welatî birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Tenê HDP li dijî teckereyê û operasyonê derket. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, der barê geşedanên dawî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Temellî, helwesta CHP ya ji tezkereyê re got ‘erê' rexne kir û wiha got: “Şopdariya nijadperestiya bê kok û piştgiriya polîtîkayên şer, zerardayîna herî mezin a vî welatî ye." Temellî, anî ziman ku demek dirêj e dibin şahidê polîtîkayên tundiyê û wiha axivî: "Bloka AKP-MHP'ê bi polîtikayên tecrîd, OHAL û qeyûman aştiya civakê hildiweşîne. Demek dirêj e polîtîkayên AKP’ê yên li Rojhilatên Navîn, li ser dijminantiya gelê Kurd pêş dikeve."  
 
Temellî, anî ziman ku heta niha gelek biryarên tezkereyê derketin û operasyonên der sînor li dar xistin û wiha got: "Îktîdar êdî aşkere dagirkeriyê tîne ziman. Binerin Serokomar di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeyek nîşanî cîhanê da. Bi xeta zor xêz kiribû. Li vir diyar dike ku di şer de wê ku dagir bike. Li vir wê polîtikaya nifûsê çawa pêş bixe vedibêje. Wê rojê tu kesî ev yek îtîraz nekir. Tu kesî negot ev li gorî 'Peymana Cenevre sûc e' " 
Divê êdî civaka Tirkiyeyê ji ber van polîtîkayên AKP'ê xwe ji îktîdara AKP'ê rizgar bike. Welat bi tevahî dixe nava felaketek mezin. Divê demek berî demekê vê operasyonê rawestînin. Gelê Tirkiyeyê êşên gelek mezin dît û dibîne. Ger ku meclîse biryara tezkereyê negirtaya îro ev operasyon pêk nedihat. 20 salin di vê meclîsê re biryara tezkereyê derbas bû. Îro civak bêtir bêzar e. Di nava kaos û rageşiyê de dijî."
 
Temellî, helwesta CHP'ê jî rexne kir û wiha got: "CHP'ê bi 'erêkirina' tezkereyê xerabiya herî mezin bi gelê Tirkiyeyê kir. Em gotina CHP'ê ya 'Dilê me diêşe, lê emê bêjin erê' Em vê yekê qebûl nakin. Hem CHP'ê û hem jî partiyên din şaşî kirin. Bedelê van şaşiyan dê gelê Tirkiye û Sûriyeyê bide. Cihê agir lê hebe bi tang û topan mirov bi ser de naçe. Bi benzînê bi ser agir de naçe. Ez zerara herî mezin e bi vî welatî hatiye kirin." 
 
LI ŞÛNA TEZKEREYÊ DIVÊ PIRÊ AŞTIYÊ BÊN AVAKIRIN
 
Temellî, da zanîn ku li şûna tezkereyê divê pira aştiyê bê avakirin û wiha berdewam kir: "Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê dest ji dijminantiya gelê Kurd berdin. Em çiqas piştgiriyê bidin çareseriya Demokratîk a Gelên Sûriyeyê em ê ew qas karibin pirsgirêkê çareser bikin. Piştî ku her dera welat bû pêtên agir, êdî vemirandina vî agirî pir zor e. Ger ku Tirkiye 40 sal berê pirsgirêka Kurd çareser kiribûya îro ev pirsgirêk dernediketin pêş me. Ger ku 10 sal berê ev pirsgirêk çareser kiribûna îro rewşa Sûriyeyê dernediket pêşberî me." 
 
Temellî, da zanîn ku îro li Tirkiyeyê vîna ku pirsgirêka Kurd çareser bike tune û wiha lê zêde kir: "Bêyî Kurdan pirsgirêk nayê çareserkirin. Piştgiriya nijadperestiya bê kok û şer xerabiya herî mezin e. Yên şer dixwazin xerabiya herî mezin bi vî welatî dikin. Ji bo Tirkiye ji polîtîkayên şer rizgar bibe, divê em bi hevre ji şer re bêjin na. Em her kesî li dijî şer dawetî têkoşîna aştiyê dikin. Civak û mirov şer naxwazin. Yê şer dixwaze îktîdara AKP'ê ye. Yên AKP'ê bi rêve dibin şer dixwazin. Yên neheq zengîn dibin û li ser kedê xwe mezin dikin şer dixwazin. Yên berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên welat dibînin şer dixwazin.  Em li dijî şer dixwazin bi hevre di nava aştiyê de bijîn."
 
Temellî, xwest li dijî polîtîkayên îktîdarê yên şer têkoşînek hevpar bê meşandin û wiha pêde çû: "Divê em têkoşina li dijî polîtîkayên îktîdarê ya şer mezin bikin. Aştî bi têkoşîna hevpar tê pêşxistin. Ger ku em li dijî şer ranewestin, şer dê me tevan tune bike. Îktîdara ku şer dixwaze îro daketiye binê ji sedî 40’an. îro ji sedî 35'an derbas nake. Civak şer naxwaze." 
 
Temellî, bal kişand ser mijara DAIŞ'ê û wiha bi dawî kir: "Mijara DAIŞ'ê pir girîng e. Divê bi hêsanî nagirin dest. Berê sersar nêzîk bûn. Tişta DAIŞ'e li Sûriyeyê kir, li pêş çavan e. Raya giştî ya cîhanê divê xwedî wîcdan tev bigerin. Ji bo mijara Sûriyeyê bi awayekî demokratîk çareser bikin divê erka xwe pêk bînin. Divê her kes bi wîcdan û sincî nêzî vê mijare bibin." 
 
MA / Berivan Altan