Hatîmogullari: Divê her kes li dijî şer aştiyê biparêzin

img

HATAY - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û xwest her kes li dijî şer aştiyê biparêzin û wiha got: "Li Sûriyeyê çareseriya herêmê bi aştî û diyaloga demokratîk pêkan e."

 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, bertek nîşanî operasyona Tirkiye ya ku Hêza Çekdar a Tirk (TSK) û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, bertek û nerazûbînê xwe anî ziman. Hatimogullari, diyar kir ku Tirkiye di nava krîza aborî de dest bi vê operasyonê dike û wiha got: "AKP ji bo têkçûna xwe ya aborî veşêre û fatûreyê bi welatiyan bide dayîn, dîsa ji bo têkçûna xwe ya derve û hundir veşêre dest bi operasyona Sûriyeyê kir. 
 
Hatimogullari, anî ziman ku ji bo hêza xwe ya winda kiriye ji nûve bi dest bixe serî li rêbazên şer û kaosê dide û wiha axivî: "Serokê DYA'Yê Donald Trump daxuyaniyên bê bingeh dide. Em dibînin ku DYA li hemberî mîlîtanên DAIŞ'e bazar bi Tirkiyeyê re kiriye. Sînorê operasyonê ne diyar e. Tê payin ku Tirkiye heta kampên DAIŞ'ê yên li Haseke û Kampanya Al-Hol'ê biçin. Ger ku wisa bike operasyon wê li herêmek fireh belav bibe. Berpirsiyarî girtina DAIŞ'ê berdewamiya polîtîkayên piştngiriya rêxistina Selefi/cihadistan e. Dê ji nûve rê li pêş rêxistina DAIŞ'ê veke. Dê Tirkiye dîsa têxe nava pêvajoyek tarî. Ev wê Sûriyeyê ji çareseriyê dûr bixe." 
 
Hatîmogullari, da zanîn ku çareserî bi aştî û diyaloga demokratîk pêkan e û xewst her kes li dijî şer aştiyê biparêzin.