Bahçelî ji ber tayînkirna qeyûman Soylû pîroz kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, ji ber ku hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girt û qeyûm tayînî şûan wan kir, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pîroz kir.
 
MHP'ê piştgirî da jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, ji bo jipeywirgirtina hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin got ku operasyonek mezin, girîng û di cih de ye
 
Bahçelî bi telefonê li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû geriya û ji ber operasyonê ew pîroz kir û ev tişt got: "Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de em piştgirî didin hewldanên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û hikumetê. Piştgiriya me ya ji bo we û hikûmetê tam e."