Gumuştaş: Rêya bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û têkoşîna azadiya kurd bikin yek

img

AMED - Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, bal kişand ser pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “Rêya sêyiemîn" û wiha got: “Rêya herî bingehîn ewe ku em rêya Tirkiye û rêya Têkoşîna Azadiya Kurd bikin yek. Ya girîng dayîna têkoşîna aştiyek bi wate ye." 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe de bal kişand ser çareseriya demokratîk, aştiya civakî, rêya sêyemîn. Ocalan di hevdîtinan de xwest Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di "Rêya sêyemîn" de israr bike. Têkildarî peyamên Ocalan û pêşniyara Ocalan a "Rêya Sêyemîn" Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
‘ÇARESERIYA ESASÎ XETA SÊYEMÎN E' 
 
Gunuştaş, bal kişand ser pêşniyara Ocalan a "Rêya Sêyemîn" û wiha got: "Ocalan dixwaze çareseiya pirsgirêka Demokrasiyê bi hilbijartinan ve girênedin. Dixwaze çareseriyek bi bingeh bê avakirin. Ji ber vê yekê dixwase stratejiya "Rêya sêyemîn" pêş bixin."  
 
‘AKP DIXWAZE WELAT BI HILBIJARTINAN BI RÊVE BIBE'
 
Gumuştaş, anî ziman ku Ocalan ji bo çareseriya bingehîn bang kiriye û wiha axivî: “Siyaseta Navendî dixwaze AKP'ê bi hilbijartinan li ser piyan bihêle. Di 4 salên dawî de AKP'ê ji xeynî xwe tu vînên din nas nekir. Mafê jiyana wan jî nas nekir. Dixwaze Tirkiye bi hilbijartinan bi rêve bibe. Ji ber vê yekê pergala parlamentoyê û hilbijartina ku em wekî amûra demokrasiyê pênase dikin êdî bê wate ye." 
 
‘PÊDIVÎ NE BI HILBIJARTINÊ BI ENIYA DEMOKRASIYÊ HEYE' 
 
Gumuştaş, xwest li Tirkiye li şûna hilbijartinan eniya demokrasiyê pêş bikeve û wiha got: “Rêya bingehîn ewe ku em li Tirkiye têkoşîna azadiyê û têkoşina azadiya Kurd bikin yek. Ya girîng em têkoşîna aştiyek bi rûmet bidin. Ji bo tecrîdkirina li Îmraliyê bi dawî bibe divê têkoşînek bi wate bê dayîn. Divê milê rojava jî piştgiriyê bide daxwaza gelê Kurd a welatîbûn, makeqanûna demokratîk Divê di xeta azdiyê di li hev kom bibin. Ev xeta hevpar a azadiyê dikare Tirkiye bi ser bixe û pêş bixe." 
 
'DIVÊ ÎNÎSIYATÎFA HERÊMÊ PÊŞ BIKEVE' 
 
Gumuştaş, bal kişand ser girîngiya hêza herêmî û bingehîn û wiha lê zêde kir: "Ji bo stratejiya "Rêya Sêyemîn" bi ser bikeve, divê şaredarî, partî û saziyen demokratîk li şûna girîngiyê didin rêxistina navendî, divê girîngiyê bidin rêxistinbûna herêmî. Divê înîsiyatifa herêmî û bingehîn bêtir xurt û pêş bixin. Divê meclisên gel, meclîsên taxan bên avakirin û ev meclîs di biryaran de bibin xwedî vîn." 
 
Gumuştaş, herî dawî bal kişand ser rola HDP'ê ji û wiha bi dawî kir: “Divê HDP bernameya kedê ya rastîn li pêş çavê Tirkiye raxe. Îro girseya ku bi AKP'e gav paşve avêtiye heye. Di nava tevgera Kurd de li Tirkiye kedkar jî hene. Divê HDP wan di nava forumekê de bigîne hev. Em difikirin ku HDP di politikayê de bernameya azadiyê ava bike. Divê berê bingeha CHP’ê bide vê tevger û platforma azadiyê. Ya ku AKP’ê dixe nava krîza navxweyî jî HDP ye. 
 
ESP jî li ser avakirina stratejiya "Rêya Sêyemîn" xebatan dike. Ger ku rolê sereke yê ESP’ê di navbera Tevgerên Azadiya Tirkiye û Tevgera Azadiya Kurdistanê de avakirina xeta hevpar be, ger ku erka ESP'ê daxwazên şênber ên tevgera azadiya kurd ji gelê rojava re vegotin be, divê li Rojava çareseriya kedkaran ava bike. Divê ji bo avakirina xeta sêyemin bibe bingehek. Em li vir rolekî didin ser xwe. Ji bo ku HDP bibe siyaseta Tirkiyeyê, bersivê bide polîtîkayên gel em rol didin ser xwe." 
 
MA / Ozgur Paksoy - Aydın Atay