Aydenîz: Peyama Ocalan ji bo Tirkiyeyê nîmeteke nayê dîtin e

img

AMED - Parlamenterê HDP'ê Saliha Aydenîz peyama Ocalan a "Ez ji çareseriyê re amade me" nirxand û diyar kir ku peyama Ocalan ji bo Tirkiyeyê nîmeteke nayê dîtine û wiha got: "Heke derdekî desthilatê yê pêkve jiyana gelan heye, divê vê peyama Ocalan baş bixwîne." 

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî 2 mehan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê pê re hevdîtin pêk anîn, hûrgiliyên hevdîtinê aşkera kirin. Ocalan têkildarî Pirsgirêka Kurd israra xwe ya çareseriyê ya ji sala 1993'an ve bi van gotinan: "Ez hewl didim ji kurdan re cih vekim, werin em Pirsgirêja Kurd çareser bikin. Ez dibêjim ez ê di hefteyekê de îhtîmala rewşa şer ji holê rakim. Ez çareser bikim, ji xwe bawer im, ji çareseriyê re amade me. Lê divê dewlet û mêjiyê dewletê jî tişta pêwîst bike." dubera kir. 
 
'DIVÊ EV BANGA OCALAN NEYÊ PAŞGUHKIRIN'
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Salîha Aydenîz peyamên Ocalan nirxand û bal kişand ser girîngiya peyaman. Aydenîz diyar kir ku reya diçe aştiyê di Girava Îmraliyê re derbas dibe û wiha got: "Ocalan di her fersendê de balê dikişîne ser çareserî û aştiyê. Divê bersiva angên çareseriyê yên Ocalan bê dayîn. Heke li vî welatî aştî ji dil tê xwestin; divê ev banga Ocalan ku bi milyonan kes wî weke vîna xwe dizane neyê paşguhkirin. Ji bo aştiyê li şûna ku mirov biçe cem kesên ku her roj li qadan qarqarokiya şer dikin, divê mirov biçe Îmraliyê. Bi berberî û netewperestiye me sed sal derbas kir û tu encam ji vê sedsalê derneket. Ji ber vê yekê siûda me ya ku em sedsaleke din jî winda bikin tuneye." 
 
'OCALAN AKTOREKE GIRÎNG E'
 
Aydenîz destnîşan kir ku Ocalan ji bo demokrasî û aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn aktoreke girîng e û ev tişt anî ziman: "Hevdîtinên ku di 2'ê Gulanê de dest pê kirin û paşê hatin birîn, girêdayî geşedanên Rohilata Navîn in. Li hemû Rojhilata Navîn israra şer heye. Li hemberî van hemû tiştan gotina 'Ez dikarin di hefteyekê de çareser bikim' pir bi qîmet e. Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn nîmeteke nayê dîtin. Desthilata ku vê yekê nabîne, pergala faşîst a ku dixwaze li Tirkiyeyê ava bike, rewşa ku welat aniyê, li holê ye. Paşeroja Tirkiyeyê nayê fikîrin. Li gel tecrîda li ser jî vê israr û hewldana Ocalan, ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê gelek girîng e." 
 
'JI BILÎ PÊKVE JIYANÊ ÇAREYEKE GELÊ KURD Û TIRK NÎNE'
 
Aydenîz da zanîn ku bersiva Tirkiyeyê ya peyamên Ocalan a bi êrîşên ser Herêma Federa ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encama dijminahiya kurdan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dijminajiya li dijî gelê kurd, dijminahiya li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Lewre pêkve jiyana gelên tirk û kurd a hezar salî heye. Em dikarin mînakên Milazgir û Çanakaleyê bidin. Dijminahiyê timik bi gelê kurd û tirk daye windakirin. Şerê îro yê li dijî Herêma Federa ya Kurdistanê û Rojava û operasyonên qirkirina siyasî yên li bakurê Kurdistanê, li cihekî li dijî gelê tirk îxanet û şerkirin e. Ji bilî pêkve jiyanê çareyeke gelê kurd û tirk tuneye."
 
'DIVÊ DESTHILAT PEYAMA DAWÎN A OCALAN BAŞ BIXWÎNE'
 
Aydenîz bal kişand ser 'Pêvajoya Diyalogê' ya di navbera salên 2013-2015'an a di navbera Ocalan û dewletê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hemûyan bi hev re dît ku çawa gelên Tirkiyeyê qadên pêkve jiyanê û aramiyê û bingeheke civakî ava dikin. Ew pêvajoyeke diyalogê bû. Li gel ku pêvajoyeke ku veneguherî muzekereyan jî hêvî bi gelên Tirkiyeyê re çêkir. Heke ji vir lê bê nêrîn; heke derdekî desthilatê yê pêkve jiyana gelên Tirkiyeyê û paşerojê hebe, divê banga Ocalan a herî dawî baş bixwîne."