Akar: Di rojên pêş de dê Navenda Tevgera Hevpar bê avakirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar diyar kir ku "Navenda Tevgera Hevpar" ku bi Amerîkayê re li serê li hev kirine dê di rojên pêş de bê avakirin. 

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar têkildarî hevdîtinên di navbera wan û Amerîkayê de daxuyanî da. Akar da zanîn ku "Navenda Tevgera Hevpar" ku bi Amerîkayê re li serê li hev kirine, dê di rojên pêş de bê avakirin Û wiha got: "Planên me yên B û C amade ne. Dê xebatên me bixwe jî hebin." Akar têkildarî "Herêma Ewle" jî ev tişt anî ziman: "Divê kûrahiya qorîdorê 30-40 kîlometre be. Em hêvî dikin ku di vê mijarê de gav bên avêtin."