Başkaya: Heta kurdan nekin muxatab pirsgirêk çareser nabe

img
STENBOL – Doç. Dr. Fîkret Başkaya da zanîn ku lihevkirina di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo dem qezenckirinê û sarkirina operasyonê ye û got: “Zû yan jî dereng dê Turkiye kurdan qebûl bike. Heta kurdan neke muxatabê xwe dê ev pirsgirêk çareser nebe.” 
 
Doç. Dr. Fîkret Başkaya têkildarî daxuyaniya “me li hev kir” a Tirkiyeyê ku ji bo hevdîtinên di navbera wan û DYA’yê de axivî û vê hevdîtinê ji ajansa me re nirxand. 
 
‘LIHEVKIRIN JI BO DEM QEZENCKIRINÊ YE’ 
 
Başkaya diyar kir ku “lihevkirina” pêk hatiye û gotinên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi armanca nermkirinê û sarkirinê ne û got: “DYA dixwaze pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê biparêz e. DYA naxwaze Tirkiyeya ku welatê NATO’yê ye winda bike û ji bo vê yekê hevdîtinan pêk tîne. DYA wek ku li Minbiçê kir, niha jî ji Tirkiyeyê re dibêje ‘Ew kar wa hel dibe temam e. Va me kir û em dikin.’ Armanca di bin vê tarzê de pir eşkere ye ku êglekirin heye. Dema mirov li xalên lihevkirinê dinêre, xuya dike ku her du alî jî demê qezenc dikin. DYA naxwaze ku bi temamî Tirkiyeyê winda bike. Naxwaze bi temamî wan derveyî meseleyê jî bihêle. Ji ber vê yekê dîmenên lihevkirinê didin. Ji ber vê yekê ev hevdîtinên bi armanca êglekirinê hatine kirin. Dixwazin bi vî awayî raya giştî kêfxweş bikin.” 
 
Başkaya anî ziman ku îktîdara AKP’ê ji bo ku xwe wek berdewama Osmaniyan dibîne van polîtîkayên belavbûyî dişopîne û got: “Polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî Sûriyeyê ne polîtîkayên li gorî aqil in. Ji ber vê yekê hin bêtir Tirkiye xwe ber bi çiravê ve diajo.” 
 
‘NABE KU HERÊMA EWLE LI AXA HIN KESÊN DIN BÊ ÇÊKIRIN’ 
 
Başkaya diyar kir ku tişta jê re “herêma ewle” an jî “korîdora aştiyê” tê gotin li dijî hiqûqa navnetewî ye û got: “Çima Tirkiye vê yekê li axa xwe nake. Heke herêmek ewle bê çêkirin, divê ne li axa hin kesên dibin li axa we be. Nabe ku herêma ewle li axa hin kesên din bê çêkirin. Biçe li axa xwe pêk bîne. Ev tiştên wisa li dijî gerdûnê ye. Lê armanc ne ev e armanca bingehîn ew e ku pergala li Bakurê Sûriyeyê ava bûye biqedîne. Dixwazin demografiya li Bakurê Sûriyeyê biguherînin.” 
 
'DIXWAZIN KURDAN BIXIN ZORÊ’ 
 
Başkaya destnîşan kir ku di lihevkirinê de li ser kîlometreyên “herêma ewle” nehatiye zelalkirin û wiha domand: “Gotinên dê Sûriyeyiyan li wê herêmê bicih bikin, ne rasteqîn e. Em ferz bikin ku 30 kîlometre qad hat qebûlkirin. Li Tirkiyeyê 4 milyon penaberên Sûriyeyê hene. Wê wan hemûyan li wir bicih bike. Nikare wan hemûyan bicih bike. A din jî bi piraniya şêniyên wê herêmê şêniyên kurd in. Herêma kurdan e. Tirkiye dixwaze rewşa kurdên li wir bixe zorê.” 
 
'TIRKIYE NEÇARE KURDAN BIKE MUXATABÊ XWE’ 
 
Başkaya anî ziman ku li Rojava modelek alternatîf hatiye avakirin û got: “Ji ber vê yekê her kes dixwaze vê yekê ji xwe re tehdît fêm bike. Di vî warî de Rojava gelek girîng e. Planê her kesî li gorî xwe hene. Ji bo vê yekê jî neçare li dijî her kesî têbikoşe. Tirkiye neçare kurdên li Sûriyeyê bike muxatabê xwe. Raste rast nebe jî lê divê neyekser wê kurdan bike muxatabê xwe. Heke kurdan neke muxatab û wan tune bihesibîne, dê ev pirsgirêk neye çareserkirin. Zû yan jî dereng wê Tirkiyeyê kurdan qebûl bike. Bi gotinên ‘terorîstkirinê’ mesele çareser nabe. Demek dirêje gel li wir dijî rastiya wan li wir heye. Bi tunehesibandina kurdan hûn nikarin tiştek sûnî çêbikin û nêz bibin. Ji bo fêmkirina baş a meseleyê û çareseriyê pêwîste kurdan bikin muxatab.” 
MA / Nacî Kaya