Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye

img
ENQERE - Parlementerê SP'ê Cîhangîr Îslam, diyar kir ku AKP'iyên dixwendin, lêkolîn dikirin û hay ji hin tiştan hebûn ji partiyê dûr ketine û got: "Ne bawerim helwesta hilbijêrên ji AKP'ê xeyîdîne tenê ji bo vê hilbijartinê be. Wisa xuyaye qutbûyîneke kûr heye." 
 
Parlementerê Partiya Saadetê (SP) ê Stenbolê Cîhangîr Îslam, hilbijartina Stenbolê û qewimînên heyî nirxandin. 
 
Îslam, bilêv kir ku di asasê xwe de hilbijartina herêmî di 31'ê Adarê de qediyaye, lê belê ji ber hilbijartin ne li gor ilê AKP'ê bûye ji nû ve çêdibe. Îslam, destnîşan kir ku hilbijartina Stenbolê ji hêlekê ve veguheriye referandûmekê û got: "Li holê xespkirineke mafan û zilmek heye. Em wekî hilbijêr û gelê Stenbolê em ê vê zilmê qebûl bikin an em ê nekin? Li ber me ev pirs heye. Partiya me li ser esasên heq, hiqûq û edaletê siyasetê dike. Loma daxwaza me ew e ku heqî pêk bê. Em ê bi namzetê xwe têkevin hilbijartinê. Lê qenaeta me ew e ku ji bo Stenbolê encameke mafdar bi dest bixe, sekna herî biheqaniyet jî ev e." 
 
Îslam, ji bo hilbijêrên di 31'ê Adarê de neçûne ser sindoqan jî got: "Wisa tê fêmkirin ku hilbijêrên ji AKP'ê xeyîdîne hene. Bi ya min ev hejmar zêde ye û di siyasetê de jî hilbijêrên xeydan hene. Ne bawer im helwesta hilbijêrên ji AKP'ê xeydan in tenê ji bo hilbijartinê be. Wisa xuyaye qutbûyîneke kûr heye. Û niha em dibînin ku kesên xwendek, kesên lêkolîna dikin, kesên perwerdekar ji AKP'ê dûr dikevin. Kesên daxilî rêbazên îllegal an jî xeyrî ehlaqî nebûne û xwende ne, kêm zêde hay ji hin tiştan hene û ji AKP'ê dûr ketine û ne bawer im ji niha û pê ve ev deng li AKP'ê vegerin. Di nav AKP'ê de derdoreke wiha jî heye; ev derdor li hemberî pirsgirêka kurd e. Behsa derdora ku hewl da hilijartina Stenbolê bê dubarekirin dikim. Ev kes li nav medyayê bi cih bûne, li plazayan bi cih bûne, û çanda muhafazakriyê veguherandine çanda yaliyan. Herî zêde jidestderketina Stenbolê wê evan ber bi panîkekê ve bibe."  
 
‘AKP HER TIŞT KIR AMÛR' 
 
Îslam, bal kişand ser daxuyaniya namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim ku li Amedê behsa "Kurdistanê" kiribû û got: "AKP, tenê ne kurdan ol jî di nav de her tiştî kiriye amûr. Lê êdî em vî tiştî dibînin. Niha gelê Tirkiyeyê metrepol ji dest AKP'ê derxistin. Ji ber kur tim hêzeke siyasî ne, di siyasetê de tim tê xwestin wekî amûr bên bikaranîn. Me li tevahiya Tirkiyeyê û li Stenbolê dît ku di hilbijartina herêmî de dengê xwe pir bi zanebûnî bi kar anîn. Jixwe di warê siaysetê de hilbijêrên SP û HDP'ê li didim hêleke cuda. Di warê dengdayîna stratejîk de bi zanebûnî tev digere. Kesên vî zimanê qebe bi kar tînin, di warê siyasetê de wê heta derekê biçin lê wê di nav toza dîrokê de winda bibin." 
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Îslam, bi bîr xist ku li ser nexşeyê bi osmanî "Kurdistan" tê nivîsandin û di warê dîrokî û çandî de li vê erdnîgariyê vîneke jiyana bi hev re heye. Her wiha Îslam peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bal kişandibû "ser aştiyeke bi rûmet û siyaset demokratîk" nirxand û got: "Di dema pêvajoya çareseriyê de rûyê mirovan dikeniya. Yanî bi baweriyî li siberojê dineriyan. Mafekî me yê vê hestê bin pê bikin tune ye. Çi dibe bila bibe berpirsiyariyeke me ya ku divê em pirsgirêka kurd çareser bikin heye. Di vê civakê de pêvajoya çareseriyê 80 jis eîd mutabaqatek girt. Ev ji bo me nirxeke pir girîng e." 
 
Îslam, destnîşan kir ku AKP bi polîtîkayên ewlehîparêz nêzî pirsgirêka kurd dibe, lê belê ev ne tiştekî ehlaqî ye. Îslam, bilêv kir ku divê ev mesele di asta edalet û aadiyê de esas bê girtin û got: "Yek; divê em meseleyê wekî pirsgirêka ewlehî û terorê nenirxînin, bi her awayî binirxînin. Dudo, divê em li meclîsê bi her awayî û bi awayekî aşkere nîqaş bikin û bi axaftinê çareser bikin. Sisê; divê em vê meseleyê tenê wek meseleya siyasiyan nebînin, civakê daxil bikin. Çar, teqez divê em meseleyê li ser statuyeke hiqûqî bidin rûniştandin." 
 
‘PÊDIVÎ BI LIHEVKRINEKE CIVAKIYÎ HEYE' 
 
Îslam, destnîşan kir ku ew jî dîtina ku pêdivî bi pêvajoya diyalogê û lihevkirina civakiyî heye esas digire û got: "Çi qas muxalif hebein hemûyan derî xelekê hiştin. Nexasim jî piştî 2009'an di siyasetê de em ber bi berê ve çûn." 
 
MA / Dîren Yurtsever