Berdevkê HDP'ê Kubilay: Xwedîderketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, têkildarî geşedanên dawî li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubilay, diyar kir ku hilbijartina Stenbolê xwedi nirxeki pir stratejîk e û wiha got: “Li Stenbolê xwedî derketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye." 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, têkildarî geşedanên dawî li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubilay, ewil bal kişand ser danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û ew û hemû hevalên wê silav kir. Kubilay, anî ziman ku sibê 15'ê hezîranê ye û 104 sal berê li ser axa Mezopotamya û Anadolu  li dijî gelê Suryanî û Hristiyan sûcê mirovahiyê kirin û wiha got: "Wê demê ne tenê li dijî ermeniyan, li dijî gelê Suryanî jî komkujî kirin. 49 sal berê di 15-16'ê Hezîranê de salvegera berxewdana karkeran e. Hêj keda karkerên di 15-16'ê Hezîranê de li ber xwe dan didome. Wê demê 3 jê karker 5 kesan di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Îro karkerên ji bo mafê xwe têdikoşin rewa ye. Heftaya borî li Kocaeliyê 5 karkerên penaber şewitîn û can dan. Li ser vê yekê weşan qedexe kir û rastî ji cemaweriyê veşartin. Di vê mijare de partiya hearî dawî bi axive AKP ye. Her sal întihara karkeran zêde dibe. Ji ber mirov betal in întîhar dikin. Li navçeya Şahînbey a Dîlokê karkerekî xwe şewitand. Em ciwanê ku ji pirê xwe avêt û întîhar kir bibînin. Li gorî daneyên ÎSÎG'ê di 3 salên dawî de 49 jê karker û 23 kedkaren cemwariye bi gişti 72 karkeran întîhar kir. Rojê 6-7 cînayetên kar pêş dikevin. "  
 
 
ŞERT E KU HILBIJÊRÊN STENBOLÊ BIÇIN SER SINDOQAN 
 
Kubilay, anî ziman ku hilbijartina Stenbolê xwedi nirxeki pir stratejîk e û wiha got: “Li Stenbolê xwedî derketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye. Hilbijartina Stenbolê pir stratejik e. Hilbijartina Stenbolê ne tene hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. Bi destê YSK'ê darbe pêk hatiye. Vîna gelê Stenbolê qezb bûye. Şert e ku hemû hilbijêrên Stenbolê biçin ser sindoqan."