Abdullah Ocalan: Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim

img
STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 12'ê Hezîranê ya bi parêzerên xwe re pêk anî, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê peyamek şand. Ocalan, di peyamê de got: “Ez hevî û daxwaz dikim ku bi taybetî rêhevalên ku ev pêvajo ji kur ve jiyan berî her tiştî di aliyê bedenî, ruhî û fikrî de bi baldarî li xwe binerin. Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim." 
 
Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica û Nevroz Uysal, di 12'ê Hezîranê de li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî weşand. Buroyê dîsa ji xeynî hevdîtinê payamek Kurd a Ocalan bi raya giştî re parve kir.
 
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrînê wiha ye: 
 
“Wekî Buroya Hiqûqê ya Asrinê me di 12'ê Hezîranê roja Çarşemê de li Îmraliye bi muwekilê xwe Birêz Abdullah Ocalan re li gorî çarçoveya zagonan hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de Brêz Ocalan berî her tiştî ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ser banga wî dawî li çalakiya grevê anîne, spasî û silavên xwe ji çalakgeran re pêşkêş kiriye. Dîsa ji bo peyama spasiyê bigêje destê wan nameya spasiyê şaniye. Birêz Ocalan ji bo hemû sazî û kesên di vê pêvajoyê de helwesta xwe diyar kirine, ev hewladan wan pir bi nirx dîtiye û spasî û silavên xwe pêşkêş kirine. Peyama Birêz Ocalan a der barê çalakgeran de em di pêvekê de parve dikin. 
 
Di vê hevdîtina bi Birêz Ocalan re hatiye kirin bi cewherî ev daxuyanî derketine pêş: Birêz Ocalan diyar kiriye ku dibe grevên birçîbûnê bên kirin, lê wekî rêbaza tekoşîna sereke nabîne û pêşniyar nake. Pozîsyona xwe wekî siyaseta jiyandinê digire dest  û pênase dike. Li dijî mirinê, parastina jiyanê pênase kir. Diyar kiriye ku ya esas digire tekoşîna yiyan û jiyandinê ye. 
 
BAL KIŞANDIYE SER NIRXÊN HEQÎQETA JIYANÊ 
 
Mirina trajîk a Hallaci Mansur mînak da û diyar kir ku li gel vê mirina wî ya trajîk dest ji lêgerîna heqiqetê bernedaye û bal kişand ser nirxên heqîqeta jiyanê. Li gorî vê yekê li gel rewşa xwe ya giran dîsa teqez dest ji tekoşîna lêgerîna edalet, azadî û lêgerîna heqiqetê bernedaye. Dîsa diyar kiriye ku teqez dest ji vê tekoşînê bernade. 
 
Brêz Ocalan têkildarî pirsgirêkên polîtîk û civakî çavdêrî û der barê vê yekê de jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê di her firsendê de anîne ziman û di vê hevdîtinê de jî anîne ziman. Me carek din dît ku sekna xwe ya israra li ser bingeha siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet dubare nîşan daye. 
 
'HEBÛNA TIRKAN A  BÊ KURD Û HEBÛNA KURDAN A BÊ TIRK NABE' 
 
Ocalan da zanîn ku li gorî nişana dîrokê Tirk beyî Kurdan û Kurd jî bêyî Tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamya Kurd hatin xelaskirin, li Anatoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina Kurdan û hebûna Tirkan bi hevve girêdayi ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekîtiya Kurd û Tirkan, wê rê li pêş jiyana aştî û demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn jî veke. Me dît ku pêşengîyê dide çareseriya demokratik û ji bo vê yekê jî girîngiyê dide guhertinen qanûnî û Makeqanûnî. Ji bo vê yekê jî diyar dike ku guhertina demokratîk û fikrî enceq bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e. 
 

YA ESAS Û ÇARESER BIKE SIYASETA DEMOKRATÎK E

 
Destnîşan kir ku di tarza siyaseta heyî de valahiya bîrdozî û teorîk xuya dibe û bi tarza malbatî, kabilevanî û eşîrî siyaseta rast nayê meşandin. Bibîr xist ku ya esasî û çareseriyê siyaseta demokratîk e.  Berê jî qala mînaka Gandhî kiribû. Dîsa heman minak bibîr xist û xwest rêbaza sivîl û rêbazên afirîner ên çareseriyê pêş bixin. Bal kişand ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, politik û hêzea çandi û tekoşîna sivil. Xwest ev rêbaz bên pêşxistin. Anî ziman ku bi vê rebazê dikarin bingeha çareseriya demokratîk ava bikin. 
 
MIJARÊN KU JI HEV CÛDA NAYÊN DESTGIRTIN
 
Di mijara Sûriyeyê balkişand ser girîngiya feraseta siyasî ku tevahiya Sûriyeyê temsîl dike, wekî carên berê dîsa balkişand ser mîsogeriya makeqanûnê û pêşniyara demokrasiya herêmî. Dibêje polîtîkayên derve-hundir ên Tirkiye û Sûriyeyê girêdayî hev in û ne mimkun e ji hev cûda bên destgirtin. 
 
MIJARA REXNEYÊ YA BINGEHÎN
 
Di mijara jinan û li hemberî hesasiyetên têkoşîna azadiya jinan û di van mijaran de têkildarî keçên di  temenên zaroktiyê de tên zewicandin, qetilkirina Ozgecan, têkiliya navbera jin û mêran de hinek xirxandin kir. Destnîşan kir ku ji serdema Neolotîkê heta niha 15 hezar sal in koletiya jinê ku mînaka koletiya teqez e, di genetîka civakê de bi cih bûye. Qetilkirina jinan berhema heman hişmendiyê ye û ji ber vê yekê jin êrîşên li hemberî hemcînsên wan pêk tên, wekî ku li hemberî wan pêk hatiye dibînin û got ku pêwîst e jin bi vê hişmendiyê tevbigerin. Qetilkirina jinan di mijarên pirsgirêkên civakî, aborî û sosyolojîk de her yek divê tena serê xwe wekî mijara şoreşê nirxand û tenê pirsgirêka mijara keçên ku di zaroktiya xwe de tên zewicandin weke sedema pêkhatina 10 şoreşan îfade kir. Nebûna siyaseta ku van pirsgirêkan çareser bike wekî mijara bingehîn ya rexneyê binav kir. 
Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de pêşxistina hilberînê, afirînerî û li ser bingeha avakirinê şaredariyên demokratîk  wekî hewcedariyê aniye ziman û da zanîn ku divê di van mijaran de HDP rola katalîzora demokrasiyê bigire ser xwe. 
 
ÇARESERIYÊ ESAS DIGIRE 
 
Her wiha dema ku hinek pirtûk û nivîskar dinirxand anî ziman ku sosyalîzmê esas digire û li dijî dogmatîzmê, avakirinê pêş dixe. Li dijî hişmendiya reel sosyalîst, li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn nêrîna xwe li ser esasê çareseriyê destnîşan dike.”
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê nivîsandibû jî wiha ye: 
“Rêhevalên Hêja; 
Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim. 
 
EZ BAWERIYA XWE DIPARÊZIM
 
Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim. 
Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim. 
 
Abdullah Ocalan 
 
12 Hezîran 2019
 
Girtîgeha Îmraliyê / Bursa”