Tarik Zîya Ekîncî: Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiye ye

img

STENBOL - Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Tarik Ziya Ekîncî, diyar kir ku sedema herî sereke ya krîza Tirkiye neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Ji ber ku li gorî pêşniyara Abdullah Ocalan a 2013’an pirsgirêk nayê çareserkirin krîz kûr dibe. Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Heta pirsgrêka Kurd çareser nebe, li Tirkiye demokrasî, hiqûq û aştî pêş nakeve." 

 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an 8 sal şûnde yekem car di 2'ê Gulana 2019'an de bi muwekilê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran piştî bi Ocalan re hevditin kir, Ocalan bi îmzeya 3 girtiyên li îmraliyê bi rêya parêzerên xwe deklerasyona ji 7 xalên çareseriyê pêk tê bi raya giştî re parve kir. Ocalan bal kişand ser girîngiya Lihevkirina Civakî, Siyaseta demokratîk, Muzakereya demokratîk û Aştiya bi Rûmet û xwest hemû beşên civakê yên aştî û demokrasiyê dixwazin pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Ocalan di hevditina 22'ê Gulanê de diyar kir ku ew dîsa li ser heman xeta çareseriyê ye û xwest her kes berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Têkildarî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 7 xalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Tarik Ziya Ekincî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Ekîncî, di serî de anî ziman ku parêzer 8 salin ji ber astengiyên li pêş hiqûqê nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin û wiha got: "Ocalan destnîşan dike ku pirsgirêka Kurd bi muzakereyek kûr û ji dil dikare bê çareserkirin. Ger ku Tirkiye îro ketibe krîzê, sedema wê ji ber ku pêşniyarên Ocalan ên di 2013’an de parve kirin nexistin meriyetê ye. Ocalan di 2013’an de çareseriya demokratîk pêşniyar kir. Ocalan ji bo li Tirkiye aştî, aramî, demokrasî, pêş bikeve û tundî bi dawî bibe hemû rê û rêbaz nîşanî me da. Lê li gorî vê yekê gav nehatin avêtin. Ev astengî li dijî hiqûq, qanûn û prensîbên hiqûqa gerdûnî ye. Mirovek girtî be jî hikumxwar be jî hevdîtin mafê wî yê bingehîn e. Divê parêzer û malbat bi rêk û pêk bi wan re hevdîtin bikin. Em astengiya li pêş Ocalan rast nabînin. Ocalan  peyam û daxwazên xwe yên 2013’an dîsa dubare kir. Li Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û li dijî tundiyê dikare bê çareserkirin. Divê daxwaz û pêşniyarên gelê Kurd jî li ber çavan bên girtin. Divê wekî Ocalan jî qal kiriye pirsgirêka Kurd bi muzakereyek kûr û fireh bê çareserkirin."  
 
'PIRSGIRÊKA KURD KIRTEYA DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE YE'
 
Ekîncî, bal kişand ser daxwaza Ocalan a çareseriya "Lihevkirina Civakî" û wiha got: "Dema Ocalan qala 'Lihevkirina Civakî' dike pêşniyarên xwe yên 2013’an dubare dike. Dixwaze li hevhatinek kûr pêş bikeve. Divê polîtîka li hevhatinê bibe polîtîka esasî û herdemî. Ocalan dixwaze ev polîtîka êdî bibe polîtîka dewletê ya bingehîn. Ji ber ku Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiye ye. Divê polîtîka îro û sibê ji hev ne cuda be. Divê ji bo çareseriyê gavên bi kok bên avêtin. Divê ji bo vê yekê Qanûna Bingehîn bê guhertin û mafê Kurdan di qanûnê de cih bigire. Ji ber ku li Tirkiye bi salan e ev pirsgirêk heye û divê bê çareserkirin. Ji ber ku Tirkiye vê pirsgrêkê çareser nake di milê polîtîka, aborî û civakî de dixetime. Ji ber vê yekê heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din jî çrasere nabin." 
 
 
'HÊJ ÇARESERÎ PÊKAN E' 
 
Ekîncî, da zanîn ku Ocalan di sala 2013'an de çareseriya pêşniyar kiribû îro dubare pêşniyar dike û wiha axivî: "Ocalan di sala 2013'an de ji bo çareseriyê çi gotibe îro jî heman tiştî dibêje. Wê rojê çi fikirî be niha jî li ser heman fikrê ye. Bawer dike ku li gorî vê pêşniyarê gav bên avêtin wê çareserî pêkan be. Ez jî vê pêşniyarê rast û maqul dibînim. Li gel ku milê din xwedî fikrek din e jî Brêz Ocalan dîsa li ser fikra xwe ya berê ye. Divê li Tirkiye guhertinek bi kok pêş bikeve. Divê siyaseta Tirkiye bê guhertin û li ser milê demokrasiyê pêş bikeve. Ocalan wê demê demokrasî pêşniyar kir û xwest bi rêyên aştiya bi rûmet û li dijî tundiyê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Îro jî heman tiştî dibêje. Lê Tirkiye pêvojoya çareseriyê bi dawî kir û polîtîka tecrîdê esas girt. Li gel vê yekê Abdullah Ocalan di politika û fikra xwe de guhertin nekir. Ji ber ku ji vê çareseriyê bawer dike. Ji ber vê yekê Abdullah Ocalan 6 sal şûnde dîsa heman rêbaz pêşniyar kir û got 'Ez li ser pêşniyara xwe ya 2013’an û ew pêşniyara min derbasdar e.' Pêşniyara Ocalan ev e. Ji xeynî  vê fikrê ne pêkan e aştî, aramî û demokratîk li Tirkiye pêş bikeve. Wateya Hêza Nerm jî ewe ku bê çek û bê tundî pirsgirêkê çareser bikin. Dixwaze bi rêya diyalog û muzakereya demokratîk çareser bikin. Dixwazin her du alî jî li hev guhdar bikin û hev qebûl bikin. Divê teqez herdu alî li hev guhdar bikin û hev fam bikin. Bi yek alî ev pirsgirêk çareser nabe. Bi înkar û nedîtinê jî çareser nabe. Divê hev qebûl bikin û hurmetê nîşanî nirxên hev bidin. Ji ber vê yekê divê teqez bi hevre rûnên, hevdîtin bikin û li hev bikin. Divê bi rêya diyalog û axaftinê hev îkna bikin. Divê Cîhan, Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê fam bikin û bi nerînek hevpar pirsgirêkan çareser bikin." 
 
'BI GOTINEKÊ JÎ QALA HILBIJARTINA STENBOLÊ NEKIRIYE'
 
Ekîncî, anî ziman ku li gel hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê ew qas rojeva Tirkiye mejûl dike jî bi gotinekê jî qala hilbijartina Stenbol nekir û wiha lê zêde kir: "Der barê hilbijartina Stenbolê de gotinek jî ji devê wî derneket. Ji ber ku ew li polîtîkayên Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê dinere û gavan davêje. Ocalan pêşniyar dike ku li Sûriye polîtîkayên ku Tirkiye aciz neke pêş bixe. Li gorî yekparebûna axa Sûriye divê polîtîka pêş bixin. Ocalan ji hilbijartina Stenbolê zêdetir, ji pençereyek firehtir li polîtîkayên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê dinere û gavan davêje. Ocalan têkildarî demokratîkbûn, aramîbûn û dawîlêhatina tundiyê ya li Tirkiye pêşniyarên xwe bi zelalî tîne ziman. Hêj muzakereyan jî dest pê nekiriye. Ji ber vê yekê mirov nikare van pêşniyarên Ocalan wekî destpêka muzakereyan bigire dest. Di serê mutabakata Dolmabahçe de Birêz Erdogan de hebû. Lê dest ji van mutabakata berda dawî li pêvajoyê anî. Polîtîkaya ewlehiyê xist meriyetê."
 
'ERDOGAN HÊJ DI POLÎTÎKA EWLEHIYÊ DE ISRAR DIKE'
 
Ekîncî, da zanîn ku li gorî tê xwestin der barê fikr û pêşniyarê Ocalan de niqaş nayê kirin û wiha bi dawî kir: "Mixabin bi qasî tê xwestin nirxandinek kûr nehatiye kirin. Çima ev niqaş tune. Ji ber ku hikûmet hêj di polîtîkayên ewlehiyê(eskerî) de iskar dike. Hêj dibêje 'Cihekî bi navê Kurdistanê tune' Hêj gotina Kurdistan, Lazistan û weki wê wekî "Cudakariyê" pênase dikin. Ji ber parlamenteran gotin Kurdistan ceza li wan birî. Serokomar Erdogan dibêje “Li welatê me cihekî bi navê 'Kurdistanê' tune ye. Kurdistana Iraqê heye' Hûn dixwazin biçin wir." 
 
MA / Ferhat Çelik - Sadiye Eser