Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû derbarê nameya Amerîkayê ya têkildarî S-400'an axivî û ev tişt got: "Dê S-400 bên Tirkiyeyê. Tirkiye ji biyara ku girtiye paşde gav navêje." 
 
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ku hatibû serdana Tirkiyeyê re civîneke çapameniyê ya hevpar li dar xist. Çavûşoglû ji ber têkiliyên wan a bi Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Sûriyeyê re Fransayê rexne kir û aciziya wan ji ber vê têkiliyê bi van gotinan anî ziman: "Em têkiliyê Fransayê ya bi YPG'ê re rast nabîbinin. Hevkariya Fransayê ya bi YPG'ê re qet bi Fransayê nakeve."
 
Piştî vê yekê Çavûşoglû bal kişand ser nameya Amerîkayê ya têkildarî S-400'an ku ji Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar re şandibû û ev tişt got: "Em uslûba vê nameyê qebûl nakin. Tu kes nikare ultîmatom bide Tirkiyeyê. Tirkiye S-400'an kiriye, Serokkomarê me diyar kir. Dê S-400 bên Tirkiyeyê. Tirkiye ji biryara ku girtiye paşde gav navêje. Di demeke kurt dê wezîrê me bersiva nameyê bide."