25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn

img
ENQERE – Derbarê 10 parlamenterên HDP’ê de 20 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê hatin kirin. Derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz de 5 fezleke hatin amadekirin.
 
Derbarê 10 parlamenterên HDP’ê de 20 fezlekeyên nû hatin amadekirin û pêşkêşî meclisê hatin kirin. Parlamenterên ku derbarê wan de bi daxwaza rakirina destnedanê fezleke hatine amadekirin wiha ne: Dersim Dag (5), Berdan Ozturk (3), Semra Guzel (3), Omer Ocalan (1), Remziye Tosûn (2), Mahmût Togrûl (1), Feleknas Ûca (1), Ayşe Surucu (1), Nûran Îmîr (1), Mûazzez Orhan (2).
 
Derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz de jî 5 fezleke hatine amadekirin.
 
Hevseroka DBP’ê Aydenîz jî di nav de ji 1’ê cotmehê roja ku meclis vebûye heta niha 61 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatine amadekirin û pêşkêşî meclisê hatine kirin.