Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne

img
AMED - Parlamenterên HDP’ê yên Amedê projeya veguherîna bajarvaniyê birin rojeva Meclîsê û diyar kirin ku proje bêyî agahiya welatiyan hatiye birêvebirin û projeyê ji Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm pirsîn.
 
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel, Dersim Dag, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier û Garo Paylan têkildarî veguherîna bajarvaniyê ya li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezana Amedê ku welatî ka mexdûr dibin an nabin û birêvebirina zelal a pêvajoyê pêşniyazpirs dan Serokatiya Meclîsê. Parlamenteran 6 pêşniyazpirs dan û xwestin Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm pirsên wan ên derbarê projeya veguherîna bajarvaniyê de bibersivîne. Parlamenteran diyar kir ku li taxa ku projeya veguherandina bajarvaniyê were birêvebirin hezar û 354 mal hene û nêzî 7 hezar welatî lê dijîn û haya şêniyên taxê ji projeye nîne.
 
Parlamenter di pêşniyazpirsên xwe de diyar dikin ku şêniyên taxê li ber projeyê bi bertek in û jê ne razî ne. Parlamenteran got îmzeyên ji bo veguherandinê hatine berhevkirin dij hiqûqî ye. Parlamenteran xwest bêyî ku welatî werin mexdûrkirin divê proje li gorî çêkirina mîmarî ya kultira taxê were birêvebirin.