‘Heta ku kêşeya kurd çareser nebe, kêşeyên din çareser nabin’

img

MÊRDÎN - Serokê Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Mêrdînê Mesût Aydogan li ser pirsgirêka kurd got: “Heta ku li Tirkiyê kêşeya kurd û kêşeya demokrasiyê neyê çareserkirin, ne mimkin e kêşeyên din werin çareserkirin.” 

Serokê Rêxistina Partiya Demokrasû û Pêşveçûnê (DEVA) ya Bajarê Mêrdînê Mesût Aydogan, nêzîkatiya partiya xwe ya li hember pirsgirêka kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd nirxand. 
 
Aydogan diyar kir ku partiya wan ji bo çareserkirina kêşeyan xwedî rê û rêbaz e û bernameya partiya wan ji bo çareserkirina kêşeyan xwedî rolek diyarker e. Aydogan anî ziman ku xelkê wan bi hesreta azadî, çareserî, aştî û aramiyê mane û ew ji bo vê yekê bînin nava xelkê amade ne. 
 
‘KÊŞEYA KURD ÇARESER BIBE WÊ HER KÊŞE WERE ÇARESERKIRIN’ 
 
Aydogan da zanîn ku kêşeya kurd yek ji kêşeyên herî girîng û bingeh kûrtir e û got: “Demokratîkkirin bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Qada meseleya demokrasiyê bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Binpêkirina mafan a herî mezin û tengaviyên herî mezin li vê navendê vedguhere. Niha em qala 2013’an bikin. Di wê çaxê de pêvajoya çareseriyê hebû. Xerckirina ji bo eskeriya welat a wê demê wextê meriv tîne ber çavê xwe bi rastî jî aramî û xweşî hebû. Qet nebe çavkaniyên welat ji bo şer nedihat xerckirin. Bêtir ev çavkanî ji bo xelkê dihat xerckirin. Lê piştî ku pêvajoya çareseriyê qediya, dîsa polîtîkayên ewlekariyê ketin dewrê û pergala aborî û pergala edaletê bi şer re têk çû. Pirsgirêka kurd li Tirkiyê tenê ne pirsgirêka nijadekî ye. Pişt perdeya wê heye û her wiha kêşeyek xwedî bandorên xwe girîng heye. Dema ev pirsgirêk were çareserkirin wê lig elek qadan pêşveçûn çê bibe. Loma pirsgirêka herî girîng e. Em vê dibêjin; heta ku li Tirkiyê kêşeya kurd û kêşeya demokrasiyê neyê çareserkirin, ne mimkin e kêşeyên din werin çareserkirin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal