Bi hezaran kes beşdarî şahiya salvegera HDP'ê bûn: Em bernadin vê dîlan û meydanê

img

STENBOL - Bi hezaran kes beşdarî şahiya salvegera 8'emîn a HDP'ê bû û coş hat pîrozkirin. Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got: "Em wek HDP'ê 8 salî ne lê belê li pişt me sedsal hene. HDP ne 8 salî, HDP 8 hezar salî ye. Em bernadin vê meydanê."

Li Stenbolêbi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar salvegera 8'emîn a damezrandina HDP'ê bi şahiyek li Navenda Pêşandanê ya Bostanci hat pîrozkirin. Parlamenter, rêveberên HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl yên civakî û bi hezaran welatî beşdarî şahiyê bûn. Eywana şahiyê bi alên HDP'ê û pankartên kurdî û tirkî hatin xemilandin. Welatiyan dirûşm berz kirin û piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê nîşan dan. 
 
Axaftinên vekirinê ya şahiyê bi kurdî û tirkî bû. Piştî axaftinan ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Bi dû re sînevziyona qala têkoşîna HDP'ê dikir hat nîşandan. 
 
Di şahiyê de peyamên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên Hevserokên Giştî yên berê û gelek kesên din hatin xwendin. Di peyaman de soza têkoşîna li dijî faşîzmê were têkbirin hatin dayîn û banga mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê hat kirin. 
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî peyam şandin şahiyê û salvegera damezrandina HDP'ê pîroz kirin. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû axivî û qala têkoşîna wê bidin kir û ew bi hêvî û bawerî meşa xwe didomînin. 
 
Piştî axaftina Ûgûrlû, nûnerên partiyên pêkhateyên HDP'ê ne derketin ser dikê û beşdaran silav kirin. 
 
Pişt re Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derketin ser dikê û xîtabî beşdaran kirin. Her du hevserokan peyamên girîng dan. 
 
Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan destnîşan kir ku her ku hêvî hebe wê HDP jî hebe û têkoşîna wan bêrawestan didome. 
 
'EM BERNADIN VÊ MEYDANÊ' 
 
Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî bal kişand ser berxwedana HDP'ê û got: "Navê din ê jiyankirinê berxwedan be, navê berxwedanê jî HDP ye. Em wek HDP'ê 8 salî ne lê belê li pişt me sedsal hene. HDP ne 8 salî, HDP 8 hezar salî ye." 
 
Mîthat di dewama axaftina xwe de bi kurdî axivî û axaftina wî ya kurdî wiha ye:
 
“Merheba ji we re
 
Hûn hemû bi xêr hatine, ser seran û ser çavan re hatine.
 
Partiya me 8 (heşt) sal berê hat avakirin. 8. (heştemîn) salvegera partiya me, li gelên me, li xebatkarên me, li hezkiriyên HDP’ê pîroz û bimbarek be.
 
Belê HDP êdî 8 (heşt) salî ye. HDP roj bi roj mezin dibe, meh bi meh bi quwet dibe, sal bi sal bi pêş dikeve. Ji Edirneyê heta Colemêrgê, ji Behra Reş heta Behra Spî, HDP hêvî û baweriya gelan, jinan, ciwanan û bindestan e.
Belê meşa azadiyê, meşa biratiyê, meşa edaletê dewam dike. Ew meş heta serkeftinê wê dewam bike û tu carî nesekine. Em bernadin vê dîlan û govenda azadî, aştî û demokrasiyê. Em bernadin vê meydanê. Em dest bi dest, mil bi mil vê govendê mezin dikin.
 
Bi salan e, bi hemû quweta xwe êrişî HDP’ê dikin. Dixwazin HDP’ê bêtesîr bikin, bêdeng bikin. Loma hevserok, parlementer û endamên HDP’ê girtin û avêtin zindanan. Bi hezaran HDP’yî girtin. Gotin em ê bi girtinan, bi heps û zindanan HDP’ê xelas bikin, lê roj bi roj dibînin ku HDP xelas nabe û îro bûye kabûsa wan.
 
Îro li ber sîstema wan, li ber faşîzma wan ku dixwazin ava bikin, tenê HDP disekine. HDP hemû hesabên wan tarûmar dike. Loma, xezeba wan, ji tirsa dilê wan tê.
HDP 8 salî ye, lê HDP li ser mîraseke bi hezar salan hatiye avakirin. Mîrasa têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê ya bi salan îro quweta mezin ya HDP’ê ye. Em bi wê mîrasê îro li ser piyan e. Em bi wê baweriyê îro dimeşin. Em bi gelê xwe, gelê me jî bi me bawer e.
 
Doza me doza azadî, edalet û aştiyê ye. Çimkî em bi doza xwe, bi rêya xwe û bi fikriyata HDP’ê bawer in. Em dizanin rêya HDP’ê, rêya rizgariya gelan e. Rêya rizgariya jinan û ciwanan e.
Belê hevalên ezîz, îro lazimiya me zêdetir bi yekîtiyê heye. Lazimiya me zêdetir bi têkoşîna hevpar/muşterek heye. Em ê bi yekîtiya xwe, bi hevaltiya xwe hesabên wan xerab bikin. Em bi hêvî ne û em bangî hemû gelên xwe dikin: Hûn jî bi hêvî bin. Ev rojên zor û zehmet wê bi têkoşîna me, bi yekîtiya me xelas bibin. Em bi quweta xwe bawer in.
 
Belê dostên ezîz, ez careke din 8 saliya partiya me, 8 saliya HDP’ê pîroz dikim. Ez her kesê ku bi keda xwe HDP mezin kiriye silav dikim. Ez spasiya xwe pêşkêşî hemû endam, xebatkar û hezkiriyên HDP’ê dikim. Em bi we serbilind in.
 
Û ez bangî hemû gelên me dikim: rêya HDP’ê rêya azadiyê ye; rêya HDP’ê rêya aştiyê ye, rêya HDP’ê rêya demokrasiyê ye, rêya HDP’ê rêya pêşerojeke xweş û rengîn e. HDP baxçeyê gelan, baweriyan, nasnameyan e. Werin em bi hev re, dest bi dest, mil bi mil, HDP’ê mezin bikin. Werin em hêvî û baweriya xwe mezin bikin…
 
Ez yeko yeko we hemûyan silav dikim. Serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim. Hûn her hebin! Rêya me vekirî be."