Tevgera Azadî bi Humam Hemudî re civiya

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Bexda li gel Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemudî civiya û geşedanên dawî û karên hevbeş niqaş kirin. 
 
Li Bexdayê şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), di bin serokatiya Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah de çend rojin hevdîtina dike. Herî dawî bi şandeya Tevgera Azadî li gel Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemudî civiya. Şandeya Tevgera Azadî ji aliyê Humam Hemudî û hejmarek endam û parlamenterên wê partiyê ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî guftûgo kirin. Yek ji mijarên din ên hevdîtinê xurtkirina peywendiyan dualî bû. Herdu aliyan tekesî li ser karên hevbeş û hemangekî, çespandina aştî û jiyana bihev re ya hemû pêkhatiyên Iraqê û pêkanîna destûra Iraqê kirin.
 
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji roja şemiyê ve li Bexda li gel aliyên siyasî yên Iraqê hevdîtina dike. Bi hevdîtina li gel Humam Hemudî re hevdîtinên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) yên li Bexda bi dawî bû.