Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê berê Soran Omer ê ku mafê destnedayina wî hat rakirin, têkîldarî polîtîkayên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve dibe got: “Tişta ku niha Tirkiye li hemberî parlementerên kurd ên bakur dike, PDK jî li başur heman tiştî li hember parlementeran dike. Em ê li dijî van kirinan têbikoşin û paş de gav neavêjin.” 
 
Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê berê Soran Omer ji ber ku komek belgeyên li ser Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kiribûn, bi dengê 57 parlementeran mafê destnedayîna wî hatibû rakirin. Di 12’ê tirmehê de jî dadgeha Hewlerê biryara binçavkirina Soran Omer derxist. Omer li dijî vê helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ji parlementeriyê îstîfa kir. Îstîfaya Omer parlamentoyê pejirand. Lê cara yekem e ku di Parlementoya Herêma Kurdistanê de mafê destnedayina parlementerek tê rakirin. Umer têkîldarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
RÊVBERIYEK XERAB Û NEDEMOKRATÎK HEYE’
 
Omer anî ziman ku wan dixwest ku di parlementoya herêmê de siyaseteke rast bidin meşandin û wiha axivî: “Piştî têkoşîn û xwînrijandineke zêde xeyaleke me bû em parlementoyeke Kurdistanê ava bikin û me ev xeyala xwe pêk anî. Lê mixabin di dema 5’an a parlementoyê de nûnerên gel ketine bin bandora desthilateke li Herêma Kurdistanê hûkimraniyeke xerab, ne demokratîk û bermahiya dewletên herêmê û derdorê. Her wiha rêveberiyeke bi heybet  û bê serweriye. Rexneyan naxwaze û qebûl nake. Me dixwest ev ezmûna me ya parlementoyê ji bo giştî bibe nimûne.  Em niha hewl didin ku dawî li vî şewazê rêveberiyê bînin” 
 
‘TU PEYWÎR Û ÎNÎSIYATÎFA PARLEMENTOYÊ NEMA YE’
 
Omer bal kişand ser belgeyên li ser Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kirine û wiha got: “Ya rastîn ew e ku min kiriye. Erka dikeve li ser nûner û parlementerên gel a divê bê kirin. Min li ser mafê gel û eşkerekirina gendeliyê israr kir. Ew ê ku min gilî li ser wî tomar kir. Berê niha jî Serokê Encûmena Asayîşê (dezgeha îstîxbarata herêmê) bû ku gelek dosyayên sucên talûke metirsîdar li ser vê encûmenê jî hene. Min berê jî giliya wî kiribû. Ji ber kurê Barzanî bû vê carê ew bixwe giliyê min kir. Vê carê jî gilî derbarê min de tomar kir, ji ber min gotiye xwedî şîrket û banka ye. Navê bankê RT Bank e û navê şîrketê jî Ster Grûb e. Ev kom xwedî gelek kompanyane û 12 kompanya dibin sêwana wê de hene. Li ji hêlekî ve xwedî kompanyayên hevbeş in.Ev kompanyayên hevbeş hem li Herêma Kurdistanê û  hem jî li Tirkiyeyê hene. Nimûne hevbeşê kompanyaya Turkhis Airlanse. Ji ber min van  bi agahiyan eşkere kir, gilî derbarê min de kir û daxwaza rakirina mafê rakirina parlementeriya  min kir, ji bo fermana girtina min bê dan. Mixabin ku parlementoya Kurdistanê ketiye rewşeke bi vî awayî. Tenê navê wê parlementoye heye, ji xeynî wê tu peyvir  û însiyatîfeke wê nemaye. Min bixwe biryar da li parlementoyeke bi vî awayî nêzîkatî li beramber parlementerên pêk binim. Li tevî van kirinan ez naxwazim ku bibim endamê vê parlementoyê.”
 
‘EV SIYASETA GAV PAŞ AVÊTIN Û BÊDENGKIRINÊ YE’
 
Omer diyar kir ku siyaseta hikûmeta AKP’ê li Tirkiyê birêve dibe heman siyaset li Herêma Kurdistanê jî encam dide û got: “Bi dilsozî dikarim bêjim, tişta  ku li Herêma Kurdistanê li dijî me hatiye kirin, li ser daxwaz û giliyê serokwezîr çêbûye. Serokwezîrê herêmê, siyaseta ku AKP’ê li Tirkiyê li dijî parlementerên bakurê Kurdistanê birêve dibe li başûr jî xistiye meriyete û pêk tîne. Dikarim bibêjim ku, li seranserê cîhanê tenê li Misir û Tirkiyê parlementer tên girtin û bi ser malên wan de tê girtin. Mixabin heman pêkanîn niha li başûrê Kurdistanê jî tên birêvebirin. Ev siyaseta gav bi paşve avêtin û tirsandinê ye. Lê ew nikarin min bêdeng bikin û gav paşve bidin avêtin. Li bakur diyare ku dixwazin parlementerên kurd bêdeng bikin û gav bi wan bi paşve bidin avêtin. Lê nikarin birêz Demîrtaş û pişt re jî hemû parlementerên din ên hatine girtin, bêdeng bikin.”
 
RÊVEBERIYEK DEMOKRATÎK NÎNE’ 
 
Omer destnîşan kir ku hemû erk û birêvebirin di destê PDK’ê de ye û got: “Rêveberiyeke ku ewqas bi milîtarîzmê re mijûl dibe, bi tepisandin û bêdengkirinê re mijûl dibe, ewqas tiştî û xebatê ji bo demokratîkbûnê nake. Ne siyasetek demokratîk siyasetek bazirganî birêve dibin. Haya wan ji dewlemendiya wan heye.” 
 
‘PEYMANA 50 SALÎ BI HÊCETA EWLEHIYÊ NAYÊ EŞKEREKIRIN’ 
 
Omer da zanîn ku peymana 50 salî ya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de bi hêcetên “Ewlehiyê” di parlementoyê de nedihat eşkerekirin û wiha domand: “Peymana wan a 50 salî ya neftê li gel Tirkiyê heye. Di nava vê peymanê de lihevkirinên metirsîdar ên ewlekarî hene ku li parlementoyê nehatine eşkerekirin. Ez yek ji wan bûm ku min israr kir ji bo naveroka peymana 50 salî ya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistan de eşkere bibe.” 
 
‘EV HEFT SAL IN BÛTÇEYA HERÊMA KURDISTANÊ NÎNE’
 
Omer anî ziman ku ew bi salane li hemberî binpêkirina mafan û siyaseta antîdemokratîk tedikoşe û got: “Di serdema duyemine ku ez endamê Parlementoya Kurdistanê me.  Di dewra yekemîn de Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a parlementoyê bûm. Wê demê gelek girtin, kuştin û binpêkirin li dijî rojnamevanan hebû. Çalakvanên demokrasîxwaz, mafê mirovan û azadîxwaz dihatin revandin û ji wan re cezayên siyasî dihatin dayîn. Ez li dijî van tevan disekinîm. Ji ber wê jî ji min hez nedikirin. Di vê dema duyemîn a parlementoyê de dema min dest bi eşkerekirina belgeyên derbarê nelirêtiyê (gendelî) kir û min ew dosyayên ku kêm kes destê wan digihijê raxist ber çavan. Niha jî dixwazin heyfa wê ji min hildin. Di parlamentoyê de xebatek nîne. Ev heft sal in butçeya Herêma Kurdistanê nîne. Gelo tevî van neyîniyan  jî êdî erka parlamentoyê dimîne, yan jî erka wê çiye? Ji ber vê jî ez naxwazim di ciheke wisa de cih bigirim.” 
 
TIŞTA AKP LI BAKUR DIKE, PDK JÎ LI BAŞÛR DIKE’ 
 
Omer destnîşanî polîtîkayên ku li başûr û bakur li dijî parlementeran pêk tên wek hev in û got: “Tişta ku li hember me tê kirin, desthilateke kurdî dike. Lê ya ku li bakur tê kirin cûdaye. Tişta ku li hemberî  parlementerên bakur tê kirin, bi navê şovenîzm û nijadperestiyê tê kirin. Li Tirkiyê baweriya wan bi kurd û nasnameya kurdbûnê nîne. Ez her tim matmayî mame li hemberî berxwedan û israra parlementerên kurd.  Me her tim piştgirî da berxwedana wan ku ji bo berdewam bikin û gav bi paş de ne avêjin. Jixwe tedikoşin û gav jî bi paş ve ne avêtine. Girtîgeh jî nikare wan ji xebatên wan dûr bixîne. Ez rêzê ji berxwedana wan re digirim. Hêvî dikim ku dema wan rojekî  xweseriyê bidest xistin, ev ezmûna me derbas kir dûbare nekin. Tişta ku niha Tirkiyê ango AKP li hemberî parlementerên kurd tê kirin, PDK li hemberî parlementerek kurd dike. Em nijadek in. Lê heya niha mafê me yê ku em bixwe jiyana xwe di çarçoveya dewletek de birêve bibin nîne. Em ê herî dawî bigihîjinê lê ya girîng ew e ku em berxwedana xwe berdewam bikin û gav bi paş ve ne avêjin. Ez ê her dem li dijî zilmê û neheqiyê alîgirê heqiyê bim.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût