Kiliçdaroglu: Ez soza çareseriya pirsgirêka Kurd didim

img
ENQERE – Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku  soza çareseriya pirsgirêka Kurd dide û wiha got: “40 salin pirsgirêka Kurd tê niqaşkirin. 40 salin çima nayê çareserkirin? 40 salin otorîteya siyasî pirsgirêka Kurd çareser nekir. Ez soz didim ku vê pirsgirêkê di nava stantardên demokratik û serxwebûna Tirkiyeyê de çareser bikim. 
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser hefteya 800’emîn ên Dayikên Şemiyê û got: “800 hefte ye komek dayik li zarokên xwe digerin. Dema zarokên wan winda bûn hinek jê 13, 20, 30 salî bûn. Zarokên wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û girtin. Piştî demekê agahî ji wan nehat girtin. Dayik 800 hefte ye diçin Qada Galatasarayê qurnefil datînin. Dayik tenê dixwazin cihê gorên zarokên xwe fêr bibin. Lê danîna qurnefilekê ji bo wan zêde dîtin. Kesên ku dengê van dayikan nebihîzin ez nikarim ji wan re bêjim mirov in. Em mecbûr in dengê Dengê Şemiyê bibhîzin. Dayikên Şemiyê dayikên bimbarek in. Zarokên wan jî hene. Kî bû sedem ku zarokên wan biçin? Divê cudakariyê nexin nava dayikan. Bi qasî ku rayedarên dewletê guh nadin dengê van dayikan tiştekî bi êş tune ye. Ji bo cîhan vê eybê nebîne destûr nadin ku Dayikên Şemiyê li qadê çalakiyan li dar bixin." 
 
KAVALA 1001 ROJIN GIRTÎ YE
 
Kiliçdaroglu, bal kişand ser girtina Karsaz Osman Kavala yê 1001 rojin girtî ye û wiha got: “Sê caran dadgehê beraet kir. Lê her ku dadgehê tahliye kir dîsa girtin. Ev nayê kirin. Hûn tolê ji Osman Kavala distînin. Wekî Selahattin Beg. Tu rojnamegerên ku pênûsa xwe nefiroşe li hemberî van pirsgirêkan nikare serê xwe xwar bike." 
 
 
Kiliçdaroglu bal kişand ser destûra Bingehîn jî û got: "Pêdivî bi destûra demokratîk heye. Di cewherê vê Destûra Bingehîn dê parlamentoya demokratîk hebe. Serokomar dê bê alî be. 
 
SOZA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DA
 
Kiliçdaroglu, bal kişand ser pirsgirêka Kurd jî û wiha got: “40 salin pirsgirêka Kurd tê niqaşkirin. 40 salin çima nayê çareserkirin? 40 salin otorîteya siyasî pirsgirêka Kurd çareser nekir. Ez soz didim ku vê pirsgirêkê di nava stantardên demokratik û serxwebûna Tirkiyeyê de çareser bikim. "