HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike

img

WAN - Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê, wê derberê kesên di pêvajoya pandemiyê de, bêyî agahî û destûra wan kirine endamê AKP’ê de, gilî bike. 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Erdîşê, derbarê kesên di pêvajoya pandemiyê de, bêyî agahî û destûra wan kirin endamên AKP’ê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya partiyê hat dayîn. Ji rêveberên Rêxistina HDP’ê ya navçeyê Hatîce Yildiz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê derbarê AKP’ê de gilî bikin. 
 
EV MIJAR BIR MECLÎSÊ 
 
Li aliyê din, Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan Işik, ev rewş ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.