HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike 2020-07-28 14:24:24 WAN - Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê, wê derberê kesên di pêvajoya pandemiyê de, bêyî agahî û destûra wan kirine endamê AKP’ê de, gilî bike.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Erdîşê, derbarê kesên di pêvajoya pandemiyê de, bêyî agahî û destûra wan kirin endamên AKP’ê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya partiyê hat dayîn. Ji rêveberên Rêxistina HDP’ê ya navçeyê Hatîce Yildiz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê derbarê AKP’ê de gilî bikin.    EV MIJAR BIR MECLÎSÊ    Li aliyê din, Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan Işik, ev rewş ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.