Qeyûm ji ber bertekan kurdî aktîf kir

img
ÊLIH - Qeyûmê tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin, ji ber bertekan zimanê kurdî ya ji sîteya înternetê ya Şaredariyê Êlihê rakiribû, aktîf kir. 
 
Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Êlihê hat kirin, zimanê kurdî ji sîteya înternetê ya şaredariyê hat rakirin û li şûna wê bişkoka “Masa Spî” hatibû bicihkirin. Di raya giştî de ev yek rastî bertekên mezin hat. Rêveberiya qeyûm li ser bertekan, kurdî aktîf kir û hişyariya: “Rûpela me ya kurdî di nav çêkirinê de yê.”