5 kedkarên tenduristiyê hatin binçavkirin

img
ENQERE – Li Enqereyê 5 kedkarên tenduristiyê yên xwestin li dijî cudakariya navbera xebatkaran daxuyanî bidin hatin binçavkirin. 
 
Kedkarên tenduristiyê xwestin ji bo tevdîrên pêwîst werin girtin xwestin li ber Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Zanîngeha Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Kedkarên tenduristiyê maske dan ber devê xwe ê lepikan xistin destê xwe û ji hev dûr daxuyanî xwestin daxuyanî bidin. Polîsan kedkaran asteng kir û mudaxeleyî wan kirin. Di navbera kedkar û polîsan de rageşiyek qewimî. Polîsan kedkaran binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Enqereyê. 
 
Sendîkaya Kedkarên Şoreşger ên Tenduristiyê (Dev Saglik-Îş) li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û got: “Hûn bi cudakariya navbera xebatkarên tenduristiyê nikarin vîrûsê têk bibin. Rêveber û endamên me hatin binçavkirin. Bi #COVID2019’an hûn nikarin wisa têbikoşin. Guh bidin daxwaza kedkarên tenduristiyê.”
 
Di heman parvekirina sendîkayê de vîdeoya xebatkarên tenduristiyê ya di otobusa polîsan de kişandibûn cih girt. Xebatkarên tenduristiyê di otobusê de dibêjin ew cudakariyê naxwazin û xwestin bila rayedar bidin xebatkarên tenduristiyê.