Walîtiya Osmaniyeyê afîşên vîrûsê yên HDP’ê asteng kir

img
OSMANIYE – Walîtiya Osmaniyeyê, bi hinceta “tevdîrên vîrûsê” daleqandina afîşên agahdariya vîrûsa koronayê yên HDP’ê asteng kir.
 
Walîtiya Osmaniyeyê, bi hinceta “tevdîrên vîrûsê” daleqandina afiş û belavkirina belavokên agahdariya vîrûsa koronayê yên Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê asteng kir. Walîtiyê, têkildarî mijarê agahdarnameyek ji rêxistina HDP’ê ya bajar re şand û di agahdarnameyê de qedexeya xwe ya ji bo mehekê bi bîr xist. Di agahdarnameyê de hat destnîşankirin ku daleqandina afîş û belavkirina belavokên ku Navenda giştî ya HDP’ê têkildarî vîrûsa koronayê amade kirine, qedexe ne. Walîtiyê ji bo vê astengkirina xwe jî tevdîrên vîrûsê weke hincet nîşan da.
 
Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê, bertek nîşanî biryara walîtiyê ya astengkirinê xebatên xwe de û ragihand ku xebatên xwe yên agahdarkirina vîrûsa koronayê bidomînin.